Dengê şahidên veşarî li eywana vale hat guhdarkirin

Di Doza Kobanê de ku siyasetmedar û parêzer tev li nebûn, dengên şahidên veşarî Mahîr, Ûlaş û Seherê hatin guhdarkirin.

Rûniştina 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 5’emîn de li eywana 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Parlamenter, rêveber, malbatên siyasetmedarên girtî û parêzeran doz şopandin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana rûniştinê amade bûn û siyasetmedarên girtî yên din ku li girtîgehên cuda ne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bûn.

DADGEHÊ XWEST ÎFADEYA ŞAHIDÊ VEŞARÎ WERE TEMAŞEKIRIN

Rûntin bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Heyeta dadgehê xwest ku îfadeyên şahidê veşarî Mahîr ku dawiya hefteyê lê hatiye guhdarîkirin û berê jî bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hatiye girtin ji siyasetmedarên girtî û parêzeran re li ser SEGBÎS’ê were guhdarkirin. Parêzeran îtîazî vê biryara heyeta dadgehê kir.

‘EM VÊ RÊBAZÊ RED DIKIN’

Parêzer û siyasetmedar li dijî vê biryara dadgehê derketin û destnîşan kirin ku ew rêbaza dadgehê red dikin û xwestin di hizûra girtî û parêzeran de werin guhdarîkirin.

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi rêya SEGBÎS’ê axivî û destnîşan kir ku ev guhdariya li şahidê veşarî li dijî hiqûqê ye û got: “Hûn dixwazin heyeta xwe jî veşêrin. Tu baweriya me bi we nehat, nayê û wê neyê jî.”

Her wiha Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Gunay Kubilay jî axivîn û li dijî bêrêbaziya dadgehê derketin.

Dadger saetek navber da danişînê.

Rûniştin piştî nîvro ji cihê mayî dewam kir. Siyasetmedar têkildarî şahidên veşarî yên ku heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de ew guhdar kiribûn axivîn.

Heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de guh li şahidên veşarî yên bi bernavê Mahîr, Seher û Ûlaş kiriye. Heyeta dadgehê xwest dengê şahidan ê hatiye tomarkirin bide guhdarkirin, lê belê siyasetmedarên di vê dozê de tên darizandin û parêzerên wan li ber vê rabûn û gotin: "Şahidê nepen hem dê di van şert û mercan de bên guhdarkirin, paşê dê dengê wan bi me bê guhdarkirin û ger pirsên me hebin em ê wan bidin we û hûn ê jî bidin wan. Tiştekî wisa nabe. Şahid dibêjin pirsan ji me nekin. Şahid dibêjin, 'em îtirafkar in, derewkar in." Siyasetmedaran destnîşan kir dê guh li şahidan nekin, ji lew re rast xeber nadin û xebatên HDP'ê hemûyan îllegalîze dikin.

Piştî axaftina parêzer û siyasetmedaran meqama îdiayê axivî. Meqama îdiayê jî "ewlehiya" şahidên veşarî derpêş kir diyar kir ku heyeta dadgehê li gor "usûlê" guh li şahidan kiriye û xwest pirs berpêşî heyeta dadgehê bên kirin û bi vî awayî bên bersivandin û îtirazên parêzer û siyasetmedar bên redkirin.

Piştî meqama îdiayê heyeta dadegehê jî daxwazên siyasetmedar û parêzeran ên ji bo neguhedarkirina qeydên şahidên veşarî red kir û biryar da ku dê şahid ABC123 bê guhdarkirin û dê bi rêya SEGBÎS'ê jî dengên şahidên veşarî Mahîr, Ûlaş û Seherê bên guhdarîkirin.

Piştî vê biryara heyetê, siyasetmedarên girtî û parêzerên wan ji eywana rûniştinê derketin.

Piştî navberê heyeta dadgehê çendî ku eywana rûniştinê vala bû jî, dengê şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş bi rêya SEGBÎS'ê da guhdarkirin.

Şahidên hatin guhdarkirin derbarê siyasetemdaran de tiştên razber gotin.

Danişîn dê sibê saet di 10'ê sibehê de ji cihê mayî bidome.