Dengê Ozgur Gundemê nikare bê birîn - Ergun Babahan

Me dît û bi serê me ve hat; gelek û nêrînên wî gelî temsîl dikin, bi zext, zordarî, bombe û îşkenceyê nikarin bên tinekirin, nayên bêdengkirin. Vê carê jî wê bi vî rengî be.

Yek ji têgînên bingehîn ên demokrasiyê ew e; divê derfet hebe ku nêrînên we aciz jî dikin karibin bi rengekî azad bên bilêvkirin. Dibe ku têgîna herî bingehîn ev be. Li hemberî zordarî û yektîpbûn, nêrînên civakî rê li ber pirrengiyê vedikin. Ji ber ku nêrîn ji ezmanan nayê xwarê, rastiya li nava civakê vedibêje. Dema we nêrînên we aciz dikin qedexe kirin, hûn ne tenê yên wan nêrînan bilêv dikin ceza dikin, di heman demê de beşên civakê yên xwedî li wan nêrînan derdikevin jî ceza dikin.

Li Tirkiyeyê, îro pêleke girtin û binçavkirinê ya ne kêmî rejîma 12'ê Îlonê heye. Darbekarên 12'ê Îlonê ne tenê ciwanên têkoşîna çekdarî tercîh kiribûn, hedef girtibû. Hemû tevgerên çep hedef girtibû û ew li girtîgehan rizandibû. Îro jî AKP di bin navê FETO de vê yekê li hemû misilmanên mûxafazakar ên ne jê ne, dike.

Parêzer, karsaz, mamoste, rojnamevan, jin bi hezaran mirov bi rengekî kêfî tên girtin, ji kar tên derxistin, malên wan tên talankirin. Ev yek pirsa 'gelo yên bi israr ji 1915'an re nabêjin qirkirin, niha çi difikirin?' dixe hişê mirovan. Gelo yên ku li Misilmanan vê dike, wê çi bi Ermeniyan neke?

Min di nivîsa xwe ya di destpêka hefteyê de jî destnîşan kir; Erdogan nikare bi tenê bi rojevkirina gefa FETO, rewşa awarte û sîstema serokatiyê ya fîîlî bidomîne. Pêwîstiya xwe bi dijminekî bêhtir mayînde, bêhtir xurt heye. Bi saya vê yekê wê bi werîsên CHP û MHP'ê di destê xwe de bigire, hem jî rêveberiya xwe ya kêfî bidomîne.

Ev dijmin jî Kurd in. Sîstema siyasî bi rewşa xwe ya heyî, Îttîhat û Terrakî ye. AKP, CHP û MHP weke partiyên aliyê cuda yên zîhniyeta Îttîhatvanan temsîl dkiin, îro li eniyekê li hev civiyan e. Eniya Îttîhatiyan!

AKP ji bo sebra Kurdan bifûrîne û biherikîne nava kolanan, çi jê tê dike. Amadekariyan dike ku qayûman li şûna şaredariyên bi hilbijartinê hatine ser kar, bi cih bike. Ji bo wekîlên hatine hilbijartin ji Meclîsê bavêje, dest bi hewldanan kiriye. Rêveberên partiyê û rojnamevanan digire.

Niha jî Ozgur Gundem girt.

Ne tenê girt, polîsan avêtin ser avahiyê û li pêş çavan teror kirin.

Bi vî rengî avêtina ser rojnameyekê, lêgerîn û qedandina weşana wê, ne tenê ji bo bêdengkirinê ye. Di heman demê de ji bo fûrandina sebrê ye.

Li pêşberî me zîhniyetek heye ku dibêje, 'Eger wê şerê navxweyî derkeve bila derkeve, em ê wan bieciqînin û bimeşin'.

Heman zîhniyet, polîtîkaya Tirkkirinê, Sûnîkirinê di asta herî tund de dimeşîne. Li şûna Kemalîstên Laîk ên 1925'an, Erdoganîstên Îslamî yên salên 2010'an bi cih bûne.

Akademîsyen û nivîskarên navê rewşenbîriyê li xwe dikin, vê rewşê ji nedîtî ve tên. Saziyeke mîna Yekîtiya Baroyan, di nava rewşeke bi vî rengî de radibe diçe Qesrê û bîatê ji Qesrê re dike.

Mîna Elmanya 1930'î, bi CNN, Ahaber, Hurriyet û Sabahê re timî nûçeyên derew tên afirandin û mejiyê gel tê şuştin. Yekane hêza rêxistinbûyî ya dikare li hemberî vê rewşê derkeve, Kurd in.

Hem ji Kurdan ditirsin, hem jî dixwazin weke amûreke rejîma zordar bi kar bînin.

Di rewşeke ku medya xwe tê bêdengkirin, nûnerên xwe yên siyasî tên girtin de, hêvîkirina dilsoziya gelê Kurd a bi vê rejîmê ve, xeyal e. Kurdên ku li Sûriye, Iraqê tehma azadî, hurmeta li nasnameyê û baweriya ji xwe kirine, bêguman wê teslîmî vê faşîzma nû nebin, wê têbikoşin.

Halbûkî ji me dihat ku em vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aştiyane çarser bikin. Lê bi zanebûn ev yek nehat kirin. Yên mejiyan dişon dibe ku haya wan jê tinebe; lê belê li pêşiya Tirkiyeyê mixabin pêvajoyeke gelekî bi êş û bi xwîn heye. Berpirsyarê vê yekê jî, tevî zîhniyeta AKP'ê ya aştî red kir, her wiha CHP ye, ku li rewşa xwe ya salên 1930'î vegeriya ye.

Me dît û bi serê me ve hat; gelek û nêrînên wî gelî temsîl dikin, bi zext, zordarî, bombe û îşkenceyê nikarin bên tinekirin, nayên bêdengkirin. Vê carê jî wê bi vî rengî be.