'Dengê NA wê ji bo xêrê be'

Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Ji bo pêşî li vê munkerê bê girtin, lazim e Misilman bi hemû hêza xwe têbikoşin. Weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê, weke emrê Îslamê em di vê referandûmê de dibêjin NA.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji AKP-MHP û şirîkên wan ên li dijî Îslam û însaniyetê ne, NA."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, erdnîgariya Îslamê veguheriye gola xwînê, berpirsyarên vê zilm û perîşaniyê xwe ji derve xwedî dikin jî, sedema bingehîn, Misilman bi xwe ne ku bêyî lê bifikire, bi rengekî çavgirtî alîgiriyê dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dijminên Îslamê û însaniyetê, ji bo aştî û aramî neyên erdnîgariya me, timî dîktator ji nava me derxistine. Yên li cîhanê serdest in, dest dane van kes û hêzên dîktator, ku ev desteka wan nîşaneya şênber a vê rastiyê ye.

Bala xwe bidinê; yên ku herî zêde xwe oldar nîşan didin, piştgiriyê ji hêzên kapîtalîst û taghût digirin. Yên mîna Saddam Huseyîn, Husnu Mubarek, malbata Esed, Rûhanî û Hamaney ên Îranî her tim ji aliyê derve ve hatine destekkirin. Bûn desthilatdariya şexsekî û jiyan li gel û erdnîgariyê herimandin. Ji bilî xizantî, mirin, barîna rondikên çavan û nearamiyê, tiştek li alema Îslamê nehiştin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê da xuyakirin, ku ev pênc sal in dîktatorekê bi vî rengî bûye belayê serê Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Navê Îslamê bi kar anî û destek da rêxistinên dijminê Îslamê û însaniyetê yên weke rêxistina terorê DAIŞ'ê û yên mîna wê. Li Sûriye, Iraq, Lîbya û herêmên mîna wan, mirov bi rengekî hovane hatin kuştin. Welat hatin talankirin û dîrok hat tinekirin. Fîguranê herî girîng ê vê fitne û xerakirinê jî Erdogan e, ku bi referandûmê re dixwaze hê bêhtir destê xwe xurt bike û zilmê giran bike.

Pêşîgirtina li vê zilm û xerakirinê, ji bo me Misilmanan fermaneke Xwedahî ye. Divê ti kes ji me hêvî neke ku em destekê bidin van dijberên Îslamê yên xwe bi rengê Îslamê boyax kirine. Pêkanîna edaletê, ku ayeta Xwedê ye, ji bo me fermana Quranê ye. Îslam qebûl nake ku ji bo xatirê pere, cih, meqam û tirsê serî li ber vê zilmê bê tewandin û şirîkatî jê re bê kirin. Mirovên xwedî bawerî, nabin şirîkê vê zilmê, tekparêzî û zordariyê. Mirovên xwedî bawerî ji kuştinê, şer, dizî, qumar, faîz, fitne, îftira û munkerê re nabêjin erê. Ji bo pêşî li vê munkerê bê girtin, divê Misilman bi hemû hêza xwe bixebitin. Weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê, em di vê referandûmê de weke emrê Îslamê dibêjin NA. Em bang li hemû xwişk û birayên xwe yên Misilman dikin ku di nava bereya NA de cih bigirin û bi rengekî çalak bixebitin."