Dengê jinê yê li Qendîlê bilind dibe: Keçên Îştarê...

Dengê jinê yê li Qendîlê bilind dibe: Keçên Îştarê...

Pirtûka rojnamevan-nivîskar Serdar Akînan  ya bi navê ‘Keçên Îştarê’ ku di pirtûkê de cih daye nêrîn û jiyana gerîlayên jin ên Herêmên Parastinê yên Medya û Qendîlê derket. Di pirtûkê de diyar dike ku merheleya îro welat lê ye, dibe ku jî tişta ku herî zêde raya giştî pêwîstiyê wê dibîne, fêmkirina ya din e. Akînan heta ku ji destê wî tê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike.

Rojnamevan Akînan di pirtûka xwe de li aliyekî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên meşandin û li aliyê din jî rewşa newekheviya di civakê de kûr bûye û di çapemeniyê de nayê nîşandan, digire dest û got: “Lê civakeke ku ji bin ve dikele heye.”

Akînan da zanîn ku bi gerîlayên jin ên li çiyê re li ser tevgera jinan axiviye û dengê jinan ê li Qendîlê bilind dibe gihandiye Tirkiyeyê.

Serdar Akînan di pirtûka xwe de heta ku ji destê wî tê bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike.

Pirtûka ku hefteya buhrî ji Weşanên Destek hat weşandin, Akînan ji bo van pirsan li bersivê digere:

Keçek ciwan çima mala xwe, dibistan û jiyana xwe berdide û diçe çiyê?

Çima di destê wê de çek heye? hedefa wê çi ye?

Ew li çiyê çawa dijî? Ger evîndar be wê çi bike? Gelo dema pêl tetikê bike wê posmaniyê hîs bike?

Pêşerojek çawa difikire?

Serdar Akînan bi lêv kir ku jinên li çiyê bersivên balkêş dane wî û her wiha di beşa duyem a pirtûka xwe de jî  ji bo pirsa ‘Heyeta li ser navê Kurdan siyasetê dike çi dixwaze?’ jî li bersivê digere.

Akînan di pirtûka xwe de dibêje; "Kurd di salên dawî de bi têgeha ‘Konfederalîzma Demokratîk’ çi dixwazin? Gelo parçekirin û parvekirinê dixwazin? Tiştek çawa bo herêmê dixwazin?” Akînan di pirtûka xwe de diyar dike ku destpêkê guh bidin dengê jinan û piştre jî bersivê bidin van pirsan.

Akînan der barê pirtûka xwe de ji ANF’ê re axivî û got: “Xuya ye ku di diyaloga ker û lalan de alî her diçin tûj dibin. Çapemeniya alîgir, alîgirên wê û çapemeniya cemaetê bi girîngiyek mezin ji vê meseleyê xwe dûr dixin. Bi vê nêzîkatiyê bi salan e zîhnê raya giştî bi rê ve dibin.”