Dengdanê dest pê kir

Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê ji saet 8'an û pê ve dest pê kir. Wê heta saet 17'an bidome.

Dengdana ji bo Serokkomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ji saet 8'an û pê ve dest pê kir. 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê li 180 hezar û 896 sindoqan dengê xwe bidin.

Dengdana ku saet 8'an dest pê kir wê saet 17'an biqede.

Hilbijêr wê karibe bi rêya belgeyeke ku nûmaraya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser e, dengê xwe bide.

Ji bo 3 milyon û 47 hezar û 323 kesên li lîsteya hilbijêrên li derveyî welêt qeydkirî, li 123 nûnertiyên li 60 welatan roja 7'ê Hezîranê sindoq hatibûn danîn û dengdan 19'ê Hezîranê qediya bû. Dengdana li deriyên sînor wê heta îro danê êvarê saet 17'an dewam bike. Lê belê dema saet bû 17 û hîn hilbijêr li navendên dengdanê di rêzê de bin, wê ji aliyê serokê sindoqê ve bên jimartin û karibin bi dorê dengê xwe bidin.