Dengdana li Swîsreyê di roja dawî de didome

Xebatên dengdanê ya li Swîsreyê di roja dawî de dewam dike. Rêveberên HDP’yî diyar kirin ku piraniya welatiyên tên dengê xwe didin, dengê xwe ji bo HDP’ê bikar tînin.

Hilbijarên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, di roja dawî ya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya ji bo parlemeterî û serokkomariyê dengê xwe bikar tînin.

DI 4 ROJAN DE 43 HEZAR 565 DENG HATINE BIKAR ANÎN

Zurîh,Bern û Cinêv jî di nav de piranî hilbijêrên berê xwe dayîn sindoqên li van sê navendan dengê xwe ji bo HDP’ê û namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bikar anîne. Li Swîsreya ku li gorî daneyên YSK’yê ku 94 hezar 32 hilbijêr tomarkirî ne, di çarçoveya dengdana ji 15’ê Hezîranê ve heta niha di nava 4 rojên de, hilbijêrên ji derveyî Swsreyê jî hatin di nav de bi giştî dengên li van 3 navenda hatine bikaraîn 43 hezar û 656.

HETA SAET 21:00’AN DENG TÊN BIKARAÎN

Di roja dawî ya dengdayînê de rêjeya hatina hilbijarêna pir kêm e, rêveberan diyar kir ku hilbijêr dikarin heta saet 21:00’an dengê xwe bikar bînin, her kes vexwendin bên dengê xwe bikar bînin.

 ‘DI RÊJEYEK ZÊDE DE HDP WÊ DI SINDOQAN DE LI PÊŞ BE’

Rêveberên HDP’yî yên li ser sindoqan erkdar in, diyar kirin ku hilbijarên ku heta niha berê xwe dane ser sindoqan û dengê xwe bikar aînîne, dengên xwe dane HDP’ê û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. Rêveberan diyar kirin ku dîsa wê li Swîsreyê carekî din HDP di rêjeyek serketî ji sindoqan partiya herî pêş derkeve.