Dengdana li Swêdê di roja duyemîn de ye

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji duh ve li Stockholmê deng tê dayin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, piştî ku navenda dengdanê doh saet 9'an vebû, dengdêrên li Stockholmê û bajarên din ên Swêdê berê xwe dan qada Kista Fuarê û dest bi dengdanê kirin.

Ji Komîteya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swêdê Nûrten Akdag diyar kir ku di dengdana doh de de 5623 kesî deng dane û texmîn dikin ku îro nêzî 6 hezar kes dengê xwe bidin.

Ciwanê bi navê Erhan Baskî diyar kir ku wî dengê xwe daye HDP'ê û got, "Ciwan paşeroja xwe û Tirkiyeyeke demokratîk û azad di nava HDP'ê de dibînin. Lewma dengê xwe didin HDP'ê."

Ji Ciwanên Azad Îdrîs Ferhat Çûrka jî da xuyakirin ku doh gelek ciwanan dengê xwe dan û texmîn dikin ku îro ev yek zêdetir bbie. Çûrka bang li ciwanan kir ku dengê xwe bidin Demîrtaş û HDP'ê.

Hevjîn Pero û Melkî Dal ên 70 salî piştî ku dengê xwe da ji ANF'ê re axivîn û gotin, ew Suryanî ne û wan dengê xwe dane HDP'ê.

Pero Dal got, "Ji ber ku aştî û mafên mirovan diparêze min dengê xwe da HDP'ê. Melkî Dal jî got, "Ji bo mirov dengê xwe bidin HDP'ê ne mecbûr e mirov Kurd bin. Ji ber ku cihêkariyê naxe navbera mirovan, ji ber ku mafên Suryaniyan û hemû bindestan diparêze, em Suryanî dengê xwe didin HDP'ê. HDP partiya me ye."