Dengdana li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê dest pê kir
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dengdana li derveyî welat îro dest pê kir. Li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê wê dengdêr heta 13 rojan karibin dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dengdana li derveyî welat îro dest pê kir. Li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê wê dengdêr heta 13 rojan karibin dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îsal zêdeyî 3 milyon dengdêr li 'Lîsteya hilbijartinê ya li derveyî welat' qeyidkirî ne. Ji bo dengdêrên li derveyî welat wê li 60 welatên li 5 parzemînan sindoq bên danîn. Li welatekî eger hejmara dengdêran zêdeyî 500'î be, wê sindoq bê danîn.
Dengdêrên li derveyî welat herî zêde li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê hene. Dengdana li van welatan îro dest pê kir û wê heta 19'ê Hezîranê dewam bike. Dengdêr wê karibin her roj ji saet 9'ê Sibehê heta saet 21'ê dengê xwe bidin.
Ji bo karibin dengê xwe jî bidin divê bi nasname ya jî pasaporta xwe biçin cihê dengdanê. Dengdêrek wê karibe li cihekî dengdanê dengê xwe bide. Sermeselê, hilbijêrekî li Hollandayê wê karibe li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dengê xwe bide.
Tevî her sê welatên Ewropayê, li deriyên sînor ên Tirkiyeyê jî dengdanê îro dest pê kir. Dengdana li deriyên sînor wê heta 24'ê Hezîranê bê kirin.
LI ELMANYAYÊ WÊ LI 13 CIHAN DENG BÊN DAYIN
Mîna hilbijartinên beriya niha bala her kesî îsal jî li Elmanyayê ye. Ji ber ku yek ji du dengdêrên li derveyî welat, li Elmanyayê dijîn. Li gorî referandûma 16'ê Nîsanê 15 hezar dengdêr zêde bûn û hejmara dengdêrên li Elmanyayê bû 1 milyon û 445 hezar û 33 kes. Dengdêr wê karibin li 13 bajaran dengê xwe bidin.
Li bajarên Essen, Hannover, Munchen û Nurnbergê wê sindoq li fûarê ya jî navendên kongreyê bên danîn. Li 9 bajarên din jî wê li Serkonsolosxaneyên Tirk sindoq bên danîn.
Navnîşana cihên dengdanê yên li Elmanyayê:
Berlin: Serkonsolosxaneya Tirk, Heerstr. 21, 14052 Berlin
Dusseldorf: Willstaelterstr.9 40S49 Dusseldorf
Essen: Messe Essen Gmbh Congress Center, Essen Messeplatz 14S131 Essen
Frankfurt: Serkonsolosxaneya Tirk, Kennedyallee 115-117, 60596 Frankfurt Am Main
Hamburg: Serkonsolosxaneya Tirk, Tesdorpfstr. 18, 20146 Hamburg
Hannover: Deutsche Messe AG, Messegelande Halle 21, 30521 Hannover
Karlsruhe: Serkonsolosxaneya Tirk, Rintheimer Str. 82 76131 Karlsruhe
Köln: Serkonsolosxaneya Tirk, Luxemburger Str. 285 50354 Hürth
Mainz: Serkonsolosxaneya Tirk, An Der Karlsschanze 7, 55131 Mainz
Münih: Alte Bayerische Staatsbank, Kardinal-Faulhaberstr. 1,80333 München
Munster: Serkonsolosxaneya Tirk, Lotharinger Strasse 25-27 48147 Münster
Nurnberg: Schwadermühl Strasse 3, 90556 Cadolzburg
Stuttgart: Serkonsolosxaneya Tirk, Lorenzstr.11, 70435 Stuttgart
LI AWÛSTÛRYAYÊ WÊ LI 3 BAJARAN SINDOQ BÊN DANÎN
Li Awûstûryayê jî ku 110 hezar dengdêr lê hene, li bajarên Viyana, Salzburg û Bregenzê sindoq tên danîn. Dengdana li Awûstûryayê wê heta 19'ê Hezîranê bidome. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de bi rêjeya 13 ji sedî HDP bûbû partiya duyemîn.
Cihên dengdanê yên li Awûstûryayê:
Viyana: Serkonsolosxaneya Tirk, Hietzingor Hauptstrasse 29,1130 Viyana
Brengez: Serkonsolosxaneya Tirk, Senderstrasse 10,6922 Wolfurt
Salzburg: Strubergasse 9 A-5020 Salzburg
DENGDANA LI FRANSAYÊ WÊ LI 6 BAJARAN BE
Piştî Elmanyayê dengdêr herî zêde li Fransayê ne. 330 hezar dengdêr wê li Paris, Bordeaux, Strasbourg, Marseille, Lyon, Nantesê dengê xwe bidin.
KoordÎnasyona Hilbijartinê ya HDP'ê dabû xuyakirin ku ji bo mirovên extiyar, jin, nexweş û yên astengdar wan wesayit amade kirine ji bo wan bibin cihê dengdanê û bînin.
HDP'ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de 28 ji sedî yê dengan girtibû û bûbû partiya duyemîn.
Cihên ku deng lê bên dayin:
Paris: 44 Rue de Sèvres, 92100 Boulogne-Billancourt, Paris
Bordeaux: 29 Allée de Chartres, 33000 Bordeaux.
Nantes: 20 Quai François Mitterrand. 44200 Nantes,
Lyon: Union DITIB Lyon, 72 Rue Paul et Marc Barbezat, 69150 Dècines-Charpieu Lyon,
Strasbourg: 4, Rue Thomas Mann, 67000 Strasbourg,
Marseille: Palais des Congrès Parc Chanot. Rond-Point du Prado, 13009 Marseille.
DEMA DENGDANÊ LI WELATÊN DIN
Ji bilî Elmanya, Fransa û Awûstûryayê, wê li Danîmarkayê dengdan 9'ê Hezîranê dest pê bike û heta 17'ê Hezîranê bidome. Li DYA, Awûstralya û Luksembourgê jî wê dengdan 9'ê Hezîranê dest pê bike û 9 rojan dewam bike.
15'ê Hezîranê wê li Belçîka, Hollanda û Swîreyê sindoq bên danîn. Li van her sê welatan ku HDP lê xurt e, wê dengdan heta 19'ê Hezîranê bidome.
LI 19 WELATAN WÊ DENGDAN 2 ROJAN BIDOME
Welatên ku dengdan wê 16-17'ê Hezîranê bên kirin ev in: Bahreyn, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bosna Hersek, Cezayîr, Komara Gel a Çînê, Fînlandiya, Îsraîl, Swêd, Qatar, Kazakîstan, Kirgizîstan, Lubnan, Makedonya, Romanya, Rûsya, Sûdan, Erebîstana Siûdî, Ûkrayna û Yewnanîstan.
Welatên ku dengdan wê 17'ê Hezîranê bê kirin: Arnavûtlûk, Azerbaycan, Çekya, Afrîka Başûr, Gurcîstan, Iraq, Îran, Îrlanda, Spanya, Japonya, Kosova, Qûweyt, Macarîstan, Malta, Misir, Moldova, Ozbekîstan, Polonya, Sirbîstan, Sîngapûr, Tayland, Ûmman, Urdun û Zelanda Nû.