Demîtaş: Di dîroka demokrasiyê de van kêliyan ‘dikevîn dîrokê’

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş ê li ser Twîterê e mîtîngê pêk anî û got: “Welatê me bi cudahiyên xwe, mîrasê xwe yê dîrokî, xweza, pir çandî, pir ziman û pir olî ve bi dewlemendiyên herî mezin ên cîhanê tije ye.”

Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser Twîtterê e mîtînk pêk anî. Ajansa Anadolû a ji bo axaftina propadandayê ya Demîrtaş a li girtîgehê gotibû: “Ji bo namzetekî yê serokkomariyê yê girtî, wê di dîroka demokrasiyê de cara yekem derfet bê dayîn di televîzyona dewletê de baxive.” Demîrtaş bi gotina: “Li cîhanê cara yekem e ku li hucreyeke girtîgehê e mîtîngek tê kirin. Di warê dîroka demokrasiyê de van kêliyan ‘dikevîn dîrokê’. Van gotina ji bo Ajansa Anadolû nûçe bi flaş derbas bike dibêjim." nerazîbûn nîşanda.

Daxuyaniya Demîrtaş wiha ye:

‘Silav, her kesê ku ji çar aliyên cîhanê qada mîtîngê tije kirî silav dikim Cara yekem e li cîhanê li hucreyeke ya girtîgehê e mîtîngek pêk tê. Li cîhanê cara yekem e ku li hucreyeke girtîgehê e mîtîngek tê kirin. Di warê dîroka demokrasiyê de van kêliyan ‘dikevîn dîrokê’. Van gotina ji bo Ajansa Anadolû nûçe bi flaş derbas bike dibêjim.

Ji beriya her tiştî; tevî hemû zext û çewisandinan di her şert û mercan de bi milyonan hevalên min ên bi ruhekî fedekarî kar dikin, ciwan,jin, parêzer, partî, hevjîn, malbat û hevalê min ên hucreyê Abdullah Zeydan ê bûne deng û nefesa min spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Di vê dema ku ambargoya çapemeniyê di asta herî dijwar de ye, spasiya çapemeniya azad a rûmeta çapemeniyê parastî, bikarhênerên tevnên civakî dikim. Spasiya gel xwe yên bi nirx dikim ku qad teje kirine. Hûn bi xêr hatin #mîtîngaTwîtter a Demîrtaş!

Hevalên hêja, ji bo hilbijartina bekî di dîroka siyasetê de hilbijartina herî girîng e, piştî 3 roj din em ê biçin ser sindoqan. Lê ev hilbijartin, ne hilbijartina di nava çend partiyan de bi serkeftî derbikeve ye. Gelê min ê hêja, welatê min ê xweş û mirovên rêzdar, dema we mohr girt destê xwe, hûn ji du vebijêrkan yekê hilbijêrin. An yek kes, an jî gelek kesan hilbijêrin. An terciha we wê ji bo dîktatoriyê be yan jî ji bo demokrasiyê be.

Karker, kedkar û gelên rêzdar; An hûnê dengê xwe ji bo kesên karkerên li Somayê dane ber pehînan, an jî karkerên ku ji bo ambûlans qirêj nebe bikar bînin. An hûnê dengê xwe ji bo petronên ku dibêjin; ‘Rewşa Awarte ji bo karker mafê xwe yê girevê bikar neîne’ bikar bînin, na jî dengê xwe bidin karkerên ku ji bo mafê xwe biparêzin.

An hûnê dengê dengê xwe bidin Tansoyên Spî ku salên 90’î xwe dihejandin, an jî dengê xwe bidin kesên yên rû bi rû yê salên 90’î hatîn û ji bo jiyaneke azad derî vekirî bikar bînin. Gelê min ên rêzdar, Yên gotin; ‘Em hilbijêran nakin qûrbanê yên hatîn wezîferdarkirin’, hilbijêr girtin avêtin zindanan. Mehmûrên hatin erkdarkirin weke qeyûm ji bo hevşaredarên ku bi dengê milyonan hatibûn hilbijartin wezîferar kirin.

Tê bîra we gotin; ‘Bila dayik negirîn’, îro destê wan li ser darbestan in, hê jî li ser xwîna ciwanan siyasetê dikin.

Ji bo me divêjin cudaker, lê yên cudakariya herî mezin a vî welatî, mirov li gorî bawerî, ol, şêwazê jiyanê û siyaseta cuda dike, deng nede wan û serî li ber wan netewîne, dibêjin ‘terorîst’. Daxwazên Hz. Omer kirin, bûn Yezîd. Dewlet vegerandin kargehên malbatî. Çapemenî di destê xesû, sektora enerjî û çekan di destê zava, perwerde di destê kur û îstixbarat jî di destê zavayê wî de ye.

Yên bi gotina; ‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka mine’ bi dengê gel bûn desthilat, îro hê jî li Amedê li ber çavê her kesê dibêjin; ‘Pirsgirêka Kurd nîne’.

Welatê me bi cudahiyên xwe, mîrasê xwe yê dîrokî, xwexwza, pir çandî, pir ziman û pir olî ve bi dewlemendiyên herî mezin ên cîhanê tije ye. Em ewqas gelek in ku vê dewlemendiyê radestî yek kesiyê nakin. Em gelek in û bi hêz in.

Er ê em ê çi bikin? Tenê em ê rexne bikin? Gelo em ê çare ne? Na! Em ne bê çare ne. Care di destê te de ye, mohra te ye. Welatê me tu dikarî biguherî.

Min bibexşînin, min re rawestand. Ne erzeya prompterê ye, ava ketila min qediya. Li benda kelînê bûm. Pir dikelîne ev ketil. Di nava 10-15 Twîttan de ava wê diqede. Min xwes bikim bi tup. Rêveberiya girtîgehê rê neda. Erê, min çi digot; em gelek in, bi hêz in.

Eger em ji Edîrne heta Colemêrgê hêzên xwe bikin yek em dikarin biguherin. Ji bo vê divê em bi yek kesî, bi yek firkrê, bi yek gulopê bibin yek. Divê li ser rêgezên gerdûniya demokrasiyê bibin yek. Ne yek gulop, bibin avîje. Gavên aştî û demorasiyê yên dawiya her cûre şidetê bîne ve bimeşin, Destûreke Bingehî ya hemdem bidin avakirin. Dawî li Rewşa Awate bînin. Dawî li mexdûryeta BHQ’ê bînin. Serxwebûna daraz, çapemenî û zanîngehan pêk bînin. Dawî li cihêkeriyê bînin.

Li gel vê çandinî, lawirvan, pişesazî û tûrizmê bigihînin lûtkeyê. Ji bo ciwanan karê nû, ji bo xebatkaran hê zêdetir bawerî û qezeç, ji bo kedkaran jiyaneke bi rûmet pêk bînin. Bi xwêdana eniya xwe bi hev re ser bikevin. Gel jî rabe welat jî rabe.”