Demîrtaş: Hevdîtina duyemîn divê di 15-20 rojan de pêk bê

Demîrtaş: Hevdîtina duyemîn divê di 15-20 rojan de pêk bê

Hevsererokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku divê hevdîtina duwemîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re teqez di 15-20 rojên dawiyê de pêk bê û got: “Ji bo şandeya duyemîn divê em bi xwe destnîşan bikin ka dê kî biçin. Divê di nav de hevserok jî hebin.” Her wiha Demîrtaş peyama “Oslo ji bo malovaniya hevdîtineke nû amade ye” da.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên de ji rojnameya Milliyetê re axivî û diyar kir ku ji nû ve destpêkirina muzakereyan ne ewqas hênsa ne û vê pêvajoya li dar weke “hewldana muzakereyê” bi nav kir.

Demîrtaş ku got: “Ger di warê isûl de şert û merc neyên pêkanîn, gotûbêj jî nikarin dest pê bikin.

“Usul olarak bu ön şartlar yerine gelmeden, tartışmanın başlaması imkansız. Ocalan jî derbasî mijara sereke nebûye.” wiha domand: “Ev berdewama pêvajoya berê ya ku nêzî encamê bibû ye. Yanî bi hev du dizanin. Isûla di navbera şande û Ocalan de ji mêj ve hatiye çareserkirin. Lê pêkanîna wê tiştek din e. Ew jî bi muzakereyan dibe. Divê Ocalan bikare bi rêxistina xwe re têkilî deyne. Her kes dizane ku ev yek bi rêbazeke din nabe. Ka Îmralî tê girtin, an jî tiştek din çêdibe.”

Demîrtaş binê wê yekê xet kir ku çek li ba kê bin divê hevdîtin bi wana re pêk bên û got: “Divê KCK jî teqez tevlî vê pêvajoyê bibe.”

Demîrtaş bersiv da pirsa “Gelo dibe ku hevdîtin bi KCK’ê re hatibe destpêkirin” û got: “Dibe hatibe destpêkirin, ez nizanim” û derbarê hevdîtina duwemîn ya li Îmraliyê ka dê kengî pêk bê de jî got: “Divê teqez di nava 15-20 rojan de pêk bê. Yên ku diçin ne şandeyeke ji bo muzakereyan e. Divê em bi xwe destnîşan bikin ka dê kî di şandeya duwemîn de cih bigirin. Divê hevserok di nav de bin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku şert û merc ên muzakereyan ne hevseng in û got: “Bi sedan şêwirmendên şandeya din hene, lê televîzyona ku kesê pêre muzakere bikin jî tune ye. Ev rewşek e ne hevsetng e” û vê yekê rexne kir.

Demîrtaş agahî da ku televîzyona Ocalan tune ye, lê tiştên ku diqewimin, ji mehkûm li gel xwe hîn dibe û got: “Kî çi dibêje Ocalan baş dizane. Ocalan muzakerevanekî baş e. Ew jî dê bixwaze ku nebzê bipîve. Dê bixwaze rêxistin û gel çawa lê dimeyzînin, nêrînên hukûmetê çine bibîne.”

Demîrtaş ragihand ku çareserî dê bi hevkariya CHP’ê hêsantir bibe û daxuyaniya “Em krediyek din didin AKP’ê” ya rêberê CHP’ê Kemal Kiliçdaoroglû û bersiva Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a li hemberî vê yekê ku gotibû “Pêwîstiya te bi krediyê heye” nirxand û got: “Ez nizanim her tim bi zanebûn an jî ne bi zanebûn vê yekê dike, lê hewldana Kiliçdaroglû bi wêrekî bû. Em dikarin bêjin pir wêrekî bû. Lê bersiva Serokwezîr ne weke wê bi qîmet e.”

Demîrtaş destnîşan kir ku divê hukûmet di vê pêvajoyê de windakirina dengan (ray) û heta hilbijartinê jî li ber çavan bigire û derbarê çawa navê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata ji bo çûyina Îmralî hatine diyarkirin de got: “Îmrali, hukûmet û me di navbera xwe de li hev kir. Navên wan bi rêya siyasetê ji me re hatin ragihandin.”

Demîrtaş derbarê pirsa “Divê şandeya duwemîn çawa be?” de got: “Em ê diyar bikin” û wiha domand: “Bi ya me ger jinek û zilamek be dê çêtir be. Hesasiyeteke me ya wiha heye. Heta dibe du jin û du mêr jî bin.”

Demîrtaş serdana Balyozê Norwecê jî nirxand û got: “Xwestiye bi min re hevdîtin pêk bîne. Jixwe cara yekem Osloyê malovaniya hevdîtinê kir. Xwestine guhdarî daxwazên aliyan bikin. Dixwaizn fêm bikin, dixwazin bizanin ka çi diqewime. Hatin ba me. Dê bi hukûmetê re jî hevdîtin bikin. Deriyê xwe ji bo malovaniya hevdîtinên nû negirtine.”