Hevserokê Giştî yaê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotûbêjên li ser rakirina mafê destnedanê ya parlementerên BDP’ê nirxand û diyar kir ku ger li Parlementoyê jî rê li Kurdan were girtin, gelê Kurd dê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, bang li raya giştî ya cîhanê bike. Demîrtaş got: “Tevgera gelê Kurd bi parlementeran çênebûye, bi parlementeran naqede. Gel dê înîsiyatîfê werbigire.”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji kanala televîzyonê ya Kurdan Nûçe TV ya ku cezayê wê ya rawestandina weşanê ya du mehan bi dawî bû re axivî. Demîrtaş di bernameya Nûçe Aktuelê de axivî û bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên derbarê parlementerên Kurd de.
Demîrtaş bi bîr xist ku fezleke hema ji ber xwe ve nehatine rojevê û destnîşan kir ku têkiliya xwe bi pêşketinên siyasî re heye. Demîrtaş diyar kir ku Erdogan dixwaze cihê xwe yê “yek zilam” biparêze û bal kişand ku li hemberî Kurdên li Rojhilata Navîn polîtîkayeke nijadperest û neteweperest dimeşîne.
Demîrtaş wiha axivî: “Bandora hêza tevgera gelê Kurd êdî li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye, sînorê kapasîteya diyarkirina siyasetê wê êdî ji sînorên Tirkiyeyê derketiye. Bi hukûmeta AKP’ê xwestin tevgera gelê Kurd bixin bin kontrola xwe û tasfiye bikin. Gelek rêbaz ceribandin, operasyonên siyasî, leşkerî polîtîkayên tecrîdê, şerê psîkolojîk, girtinên di asta navneteweyî de, desteka sîxûrî û çapemeniyê, lê dîsa jî hukûmeta AKP’ê bi ser neket. Îro li Rojhilata Navîn tu kesê ku tevgera gelê Kurd hesab neke nikare gavek jî biavêje.”
Her wiha destnîşan kir ku du vebijark li pêşiya hukûmeta AKP’ê hene û got: “An dê tevgera Kurdan muxatab bigire, dê di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de Kurdan qebûl bike. An jî dê bi hemû derfetên di destê xwe de tesfiyekirinê li ser Kurdan ferz bike. Lê wer dixuyê ku dê di vebijarka duwemîn de israr dike.”
‘EV JÎ PARÇEYEK JI BÊHÊZHIŞTINA TEVGERA KURDAN E’
Demîrta destnîşan kir ku zehmet e ku hişmendiya Tayyip Erdogan vebijarka yekemîn hilbijêre û got: “Tayyip Erdogan siyaseta xwe li ser Tirkperestiyê diyar dike. Ev êdî ne hesabek ê dengan(ray) ne.” Hevserokê BDPê destnîşan kir ku eleqeya meseleya destnedanê bi tecrîda li ser Ocalan û operasyonênleşkerî re heye û wiha odmand: “Eleqeya vê yekê bi pêşketin û bûyerên li Rojhilata Navîn re jî heye. Divê em vê yekê weke parçeyek ji operasyonên bêhêzhiştina tevgera gelê Kurd bibînin.”
DÊ AŞKERE BIBE KU ERDOGAN RÊZÊ NÎŞANÎ VÎNA GELÊ KURD NADE
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ku ger mafê destnedanê were rakirin pêvajoya sala 1994’ê dubare nabe û got: “Ger Erdogan di vê siyasetê de berdewam bike, dê bi awayeke fermî nîşan bide ku ew tu carî rêzdarî ji vîna gelê Kurd re nagire. Kurd teqez weke salên 1990’an nabêjin ka em careke din şensê xwe yê li Parlementoyê biceribînin. Şert û mercên salên 90’an guherîne. Em bi vî awayî li vê meseleyê dinêrin. Di vê demê de Rojhilata Navîn ewqas dikele, gelê Kurd ewqas firsendên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi dest xistiye, ger di demeke wiha de hinek rabin û Kurd tune bihesibînin, wê demê dê gelê Kurd ji bo vê yekê nirxandineke din bike.”
Demîrtaş destnîşan kir ku divê ji her kesê zêdetir aliyên demokrat ên Tirkiyeyê li dijî rakirina mafê destnedanê yê parlementerên BDP’ê derbikevin û got: “Divê Tirk jî rabin li hemberî vê yekê derbikevin û bêjin em dixwazin bi Kurdan re bijîn. Tayyip Erdogan nikare bi tena serê xwe têkiliyên her du gelan diyar bike. Lê ev yek ber bi wê yekê ve diçe. Divê gelên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Divê ew jî bêjin divê gelê Kurd ê 40 milyonî biryar bidin ka dê çawa bijîn.”
Demîrtaş bi bîr xist ku di nava AKP’ê de derbarê mijara destnedanê de nêrînên cûda hene û ev bang li wan aliyên di nava AKP’ê de kir: “Ev kar ne ewqas hêsan e. AKP nikare di nava xwe de weke blokekê tevbigere. Her kes wek hev nafikirin. Li Çaknayayê (koçka serokomartiyê), Parlemento, komên Meclîsan, Cemeet, Cemeetên destekê didin AKP’ê heman tiştê nafikirin. Divê evane dengê xwe bilind bikin. Ev ne şerê BDP û AKP’ê ye. Divê nîqaşeke dîrokî bê kirin. Sed sal in ku têkiliyên Kurd û Tirkan li ser xeletiyekê ava bûne. Ev huqûqa desthilatiyê bû û qirkirina Kurdan bû. Ev huqûq êdî îflas kiriye. Niha divê huqûqek nû were diyarkirin.”
EMÊ BI HEV RE BIRYAR BIDIN
Demirtaş diyar kir ku dema ku desnedana parlamenterên BDP’ê rabe ew ê bertekên xwe jî aşkera bikin. Demîrtaş da zanîn ku têkoşîna ku li parlamentoyê tê meşandin ew destkeftiyên gelin lê belê ne he rtişeke û wiha got: “ Li gel hemû israrkirina me ger ku dewleta tirk li parlamentoyê nûnerên kurdan biryara dexistinê bide wê demê dê gelê kurd jî biçe vê yekê binirxîne. Ev yek ferzkirineke. Ger ku bêjin ‘ Dê parlamento ya pêwîst bike’ wê demê dê her tişt bê guhertin. Ger ku hinek parlamenterên BDP’ê bên girtin û bikevin rewşa nekarin parlamenteriyê bikin ev yek dê ji bo me dilşkestinek be. Emê li hemberî vê rewşê bi hevre tevbigerîn. Bê hiqûqiyek ku li hemberî kijan parlamenterê me were kirin ev nêzîkatî wek ku li hemberî me hemûyan bêkirine. Ev yek ne meseleya Gultan Kişanak yan Aysel Tugluke ev yek meseleya gelê kurd e. Ger ku bêhiqûqiyek li hemberî yek hevalek me jî biryar girtiye ku emê dibin banê parlamentoyê de bixebitîn yan ne emê nîqaş bikin. Di rewşek wiha de em ê li gel KCD û HDK hevpar binirxînin. Dê civînên gel pêk bên ka gel derbarê vê mijarê de çi dibêje. Ger ku nêzîkatî ev be gelê kurd jî dê biryarya qedera xwe bide û belkî bê noqteya ku bang li raya giştî ya navneteweyî û raya giştiya Tirkiyeyê bê kirin.”
PARLEMENTO DESTKEFTÎ YE, LÊ NE HER TIŞT E
Demîrtaş wiha berdewam kir: “Kes nikarê herka dîrokê rawestîne. Tevgerên kurd bi parlementeran ne afirîrin û bi tinebûna parlementeran jî ji holê ranabin. Ev tevgereke şerê psîkolojîk e. Tevgera kurd di bin vê yekê de namîne. Yên vî şerî dimeşînin wê di bin de bimînin. Belê cîhgirtina di parlementoyê de destkeftiyeke gel e, lê belê parlementerî ne her tişt e. Heger derî li ser gelê kurd werin girtin divê werê zanîn ku gelê kurd jî ne bê alternatîf e. Ne bê çare ye. Gelê kurd kolan bi kolan, qad bi qad, meydan bi meydan li ber xwe da û ev destkeftî afirandin. Got herin parlementoyê, rûnin biaxifin û pirsgirêkê çareser bikin. Lê heger dewleta tirk vê derfetê ji holê rake wê gel bi xwe înîsiyatîfe bigire. Heger parlemento çareseriyê ne afirîne gelê wê çareseriya xwe derxe holê. Heger gelê kurd ji parlamento û çareseriya parlementerî re rêzdar be ev bi saya polîtîkaya BDP'ê ye. Naxwe hêviyeke ku AKP derxistiye hoyê tune ye. AKP parlemento ne xistiye cihê çareseriyê. Em bi israr wê derê nîşan didin. Lê heger çareserî tune be, bi israr ne çareserî lê tasfiye were ferz kirin, ji bo gelê kurd derfeta dîrokî ji derst birevîne bi salan were mijûl kirin wê demê emê di pozîsyoneke ku rêya gelê kurd bigire de nemînin.”