Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser geşedanên dawî û pêvajoya Îmraliyê daxuyaniyên girîng da. Demîrtaş diyar kir kir ku heta niha li ser pêvajoya hevdîtinê tu hevdîtinên BDP û AKP'ê pêk nehatine û ev pêvajoya di navbera AKP Ocalan de ye. Demîrtaş destnîşan kir ku ew girîngiyê didin vê gavê, lê ji bo AKP baweriyê bidin gel, divê diyalog û muzakere dest pê bikin û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê diyalog û muzakereyan bê avakirin. Ocalan xwest hemû beşên muxalif tevlî vê pêvajoyê bikin û li gorî rêgezên muzakere û aştiye tevbigerin. Demîrtaş bang li dayik û bavên “şehîdan” jî kirin û xwest piştgiriya herî mezin ew bidin vê pêvajoya muzakere û aştiyê.
Demîrtaş di civîna Koma BDP'ê ya li Meclîsê de li ser mijarên girîng axivî. Demîrtaş pêşî sersal pîroz kir û xwest 2013 bibe sersala aştî, aramî, edalet û azadiyê. Demîrtaş sersaxî ji siyasetmedarê kurd Şerafittîn Elçi xwest û diyar kir ku di jîna xwe de her tim ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn da. Demîrtaş da zanîn ku ew dê doz û têkoşîna Elçî û kesên di şerê demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bişopînin û dê tu carî wan ji bîr nekin. Demîrtaş bal kişand ser hilweşîna Ocaxa Komirê ya Zonguldakê û sersaxî j malbata 8 karkeran xwest. Demîrtaş bilêv kir ku kedkarên ocaxên maden, înşaet û kargeriyan de jiyana xwe ji dest didin û keda wan pîroz e. Demîrtaş şifa ji birîndar xwest û xwest êdî ev bûyer bi dawî bibe. Demîrtaş da zanîn ku ew dê her tim li keda karkeran xwedî derkevin û keda karkeran biparêzin.
GOKTEPE JI ALIYÊ FAÎLÊ DIYAR VE HATE QETILKIRIN
Demîrtaş bal kişand ser qetilkirina Rojnameger Metîn Goktepe û di 17'emîn salvegera wî de rahmet jê xwest. Demîrtaş anî ziman ku kedkarê çapemeniya azad Goktepe, bi zanebûn û plan hat qetilkirin û li gel 17 sal derbas bû li Tirkiyeyê di hişmendiyê de tu guhertin çênebûye. Demîrtaş anî ziman ku 17 sal berê Metin Goktepe ji aliyê faîlê diyar ve hate qetilkirin û faîl nehat darizandin û hat parastin û niha jî dîsa ev feraset didome. Demîrtaş di şexsê Goktepe de rahlet ji hemû şehîdê çapemeniya azad re xwest.
'ME HER TIM JI BO DIYALOG Û MUZAKEREYAN TÊKOŞÎN DA'
Demîrtaş li ser niqaşên têkildarî hevdîtina Îmraliyê jî axivî û wiha got: "30 salin şer, xwîn û hêsir heye. Lê koka wê heta 100 salan didome. Ev mijar ne pirsgirêka ku duh derket û dê sibê bi dawî bibe ye. Ev pirsgirêkek dîrokî û mezin e. Divê her kes vê mijarê samîmî û rast niqaş bikin û parve bikin. Di nava me de endamên Kongreya Demokratîk a Gelan û Partiya Kesk'ê di navme de hene. Me berê jî got aştî bi diyalog û muzakereyan pêk tê û niha jî em heman tiştî dibêjin. Demek dirêje em pirsgirêka kurd û demokrasyê niqaş dikin. Em her tim dibêjin rêya aqil diyalog û muzakere ne. Ger ku hikûmet di vî alî de gav bavêje em dê kêfxweşiya xwe bîne ziman.
'GAVEK ERÊNÎ YE, LE DIVÊ BERDEWAMA WÊ BÊ'
Demîrtaş destnîşan kir ku yekem car heyetek fermî bi Ocalan re aşkere hevditin pêk bîne ev ji bo wan girîng e û wiha got: "Ev geşedanek pir deng û girîng e. Piştî 14 salan ev hevdîtin ji bo me bi qîmet e. Bi salan e ji bo vê yekê me bedelên mezin û zêde dan. Me her tim ji bo vê yekê rastî cop, keviran hatin û em hatin girtin. lê ji ber ku me bawer kir ku em rast dimejin me gav paşve navêt. 14 sal in bi hezaran kes ji ber gotina "Birêz" li ber Rêberê Gelê kurd bikar anîn hatin girtin. Ji bo ku posterê wî rakirin hatin girtin û rastî ceza hatin. Lê ji ber ku gel bawer kir ku aştî di Îmraliyê re derbas dibe gav bi paşve navêtin. Ewil gotin qatilê zarokan. Gotin terorîst. Lê niha bi awayekî fermî diçin hevdîtinê pêk tîne. Ev gavek rast e. Erênî ye. Kî çi dibêje bila bibêje. Em bawer dikin ku rêya aştiyê bi van gavan dê pêk bê. Divê êdî kes xwe li pişt derewa "Gel naxwaze, civak naxwaze, rêxistin naxwaze" veneşêre. Yekem car piştî 14 salan parlamenterên me Birêz Ahmet Turk û Ayla Akat, bi nasnameya xwe ya siyasî û bi awayekî fermî diçin hevdîtin pêk tînin. Ev ji bo me pir bi qîmet e. Em qîmetek mezin didin vê pêvajoyê. Em ji bo hemû gelê xwe ê ev pêvajo bi têkoşîn û berxwedana xwe anî vê merhaleyê spasiyên xwe tînin ziman."
'AKP'Ê HETA NIHA NEXŞERÊYA XWE BI BDP, KCK Û SAZIYAN RE PARVE NEKIRIYE'
Demîrtaş daxuyaniyên qunçiknivîsan jî nirxand û wiha got: "Hurmeta min heye. Lê hemû nivîsandin û daxuyaniyê wan şaş in. Tiştê nebûne wekî pêk hatiye nîşan didin. Ev bêtir hiş û meşiyan tevlihev dikin û aloziyê zêde dikin. Bila her kes baş bizane ku ev geşedan ne li hevkirina BDP û AKP'ê ye. Me berê plan nekiriye. Ev pêvajoya AKP'ê ku bi Birêz Ocalan dest pê kiriye. Piştî ku hevalên me yên parlamanter çûn Îmraliyê ji pêvajoê agahdar bûn. Di hevdîtinên li Îmraliyê de heta niha neşxerêyê ku ji me re, ji KCK'ê re û ji rayagşitî re hatiye parvekirin tune. Ji ber vê yekê her kes li gorî xwe her tiştî dibêjin. Heyeta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî, dît ku biryar û baweriyek mezin bi Birêz Ocalan re heye. Heta niha tu muzakereyên hatine destpêkirin tune. Lê mirov dikare bêje lêgerîn û hewldana wê heye. Hêj ev pêvajoya muzakereyan dest pê nekiriye. Ji bo ku muzakere dest pê bikin, girêdayî hewldan, sekn û pratika hikûmat AKP'ê ye. Heta niha aliyê tevgerê, Birêz Ocalan û gelê me kar û peyvira xwe bi cih anî. Niha dor a hikûmetê ye. Divê berî her tiştî KCK, partiya me û saziyên sivîl ên civakî jî tev li vê pêvajoya muzakeryan bibin. Heta ku ev gav neyên avêtin em nairn bêjin muzakereyan dest pê kiriye."
'SEKNA HIKÛMETÊ BAWERIYÊ NADE'
Demîrtaş helwesta hikûmetê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Daxuyaniyên aliyên hikûmetê û nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî vê mijarê nêta hikûmetê nîşan dide. Li gorî vê yekê divê an em nêta hikûmetê bipirsin, an jî divê em tecrûbeyên wê nîqaş bikin. Ev sekna hikûmetê baweriyê dişkîne. Ger ku hikûmet divê pêvajoyê de ciddî be, divê li ziman, daxuyanî û helwesta xwe baldar be. Ger ku li aliyekî orerasyonên siyasî û leşkerî bidomin, bila kes kesî newestîne û ev ne pêkan e. Divê berî her tiştî li hemberî vê pirsgirêka ciddî, ciddî nêzîk bibin. Li aliyekî hevdîtin, li aliyê din operasyon nabe. Ger ku hûn dê li hundir bêjin 'em ne ji bo teslîmiyetê hatine" û li derve bêjin me perçe kirin û me tune kirin wê demê bila hiş û mejiyan tevlihev nekin."
'DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ PERGALA ÎMRALIYÊ RAKIN'
Demîrtaş xwest hikûmet gavên pratîk bavêje û wiha direj kir: "Divê gavên pratîk ên baweriyê didin pavêje. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî pergala Îmraliyê ji holê rakin. Madem we hevdîtin pêk anî, we gav avêt û we ev gav girîng dît, wê demê divê gavên din ji li gorî vê gavê anehg be. Divê nakokî tune bin.
Niha aliyekî muzakere, di nava qada azadî û serbestiyê de ye. Aliyê din jî di gravek dorpêçî de di bin tecrîda giran de ij her tiştî dûr pêk nayê. Divê berî her tiştî şert û mercên herdu aliyan ên fîzîkî, siyasî û aliyên din wekhev bin. Divê gava ewil şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin. Divê dîsa heyetên sivîl, partiyên din û saziyên din karibin biçin Îmraliyê. Rêbaza herî baş divê rêya çûn û hatinê bê vekirin û qanala ku Birêz Ocalan karibe bi hêsanî û raste rast karibe bi gel re temas bike bê vekirin.
'DIVÊ ŞERTÊN ÎMRALÎ BÊN BAŞKIRIN'
Demîrtaş da zanîn ku ger ku dibêjin em dê xwe bidin bin vî barî, divê berî her tiştî şert û merc bên başkirin û got: "Divê hemû parêzerên Birêz Ocalan serbest bên berdan û doz bikevee xwar. Divê dîsa parêzerên Ocalan û Buroya Hiqûqê serbest bên berdan û karibin parastinê bikin. Em amadene ku her tiştî bi partiyên din û saziyan re parve bikin"
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş xwest hukûmet di vê pevajoyê de tu tiştî veneşêre û her tiştî bi her kesî re parve bike û her kesî tevlî vê pêvajoyê bike û wiha daxuyand: "Ji bo me piştgiriya CHP'ê girîng e. Divê her kes heman hestyariyê nîşanî pêvajoyê bide û piştgiriyê bidin muzakeryan. Divê saziyên sivîl û medya rast piştgiriyê bidin. Divê partiyên din jî rast piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Divê hemû sazî, partî û hêzên din di nava parvekirin û agengiyekê de tevbigerin. "
'JI BO EV PÊVAJO BI TENDURISTÎ PÊŞ BIKEVE DIVÊ HEQANIYET SERBEST BE'
Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê her tişt li gorî heqîqet û heqaniyetê pêş bikeve û her kes li gorî rêgezên aştiyê gavan biavêje. Demîrtaş ji medyayê jî xwest ku piştiriyê bide heq û rastiyê û êdî sansurê ji ser partiya wan rake û wiha axivî: "Divê êdî bi ferman û daxwaza hiqûmetê tevnegere. Divê sansurê ji ser partiya me rake. Ger ku em dê zimanê aştiyê ava bikin, wê demê divê hemû kesên muxalif karibin azad û serbest xwe di medya de bînin bizan. Divê dengê wan neyê qutkirin. Roja berê, roja hevdîtinê îmraliyê û piştî wê li liceyê operasona leşkeri pêk tê, 10 endamên HPG'ê tên qetilkirin. Li Serhedê operasyona KCK'ê pêk tê û di doza KCK'ê ya Şirnexê de siyasetmedarên kurd rastî ceza tên. Ev li gorî pêvajoya aştiyê nanokî û nayê qebûlkirin. Divê hikûmet dema bêje ev pêvajo qelas bû û li Liceyê 10 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest bidin divê wê demê hikûmet bêdeng nemînin. Bi vî rengî aştî û mazakere pêk nayê. Divê her du alî li van rêgezên muzakereyan guhdar bikin û rîayet bikin. Ger ku ne wisa be ev pêvajoya muzakereyan dest pê nake. Bawerî pêş nakeve. Divê di navbera muhatapan de cudakarî neyê kirin. Muxataban neynin hemberî hev. Ev helwst û nêzîkatî encamê bi dest naxe.
'DIVÊ SEROKWEZÎR DIRUST BE'
Demîrtaş xwest hikûmet û Serokwezîr durist tevbigere û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoya ku behsa aştiyê û çareseriyê dike ziman û islubê wan dibêjin falan kes ji bo falan kes bûye racon. Jixwe her kes bi her awayî baş AKP'ê nas dike. Em dixwazin bibînin ku we dest ji van polîtîkayên xwe berdane. Divê hûn nêzîkatiyên rêgezî nîşan bidin. Ez li vir bang li hemû malbatên şehîdan dikim. Di vî şerî de fatûra herî mezin we da. Herî zêde we êş kişand. Me her tim ev hîs kir û me di dilê xwe de parve kir.
Demîrtaş bang li malbatên “şehîdan” jî kir û wiha axivî: "Em ji hemû malbatan sebirê dixwazin. Em dizanin ku êşa zarokan êşa herî mezin e. Ên ev êş dîtine dizane. Xwedê neyne serê tu kesên din. Di vê pêvajoyê de piştgiriya herî mezin ya malbatên şehîdan e. Ji bo ku dayik û bavên din vê êşê nejîn divê ew jî tev li vê pêvajoyê bibin. Ev tevlêbûn dê hewldana herî pîroz be. Dê deriyê hemû aştiyê veke. Ez destê hemû dayik û bavên bi êş maç dikim. Em dibêjin piştgiriya we dê destûr bide ku zarokên we rehet di gorên xwe de razên. Em dixwazin hûn vê pêvajoyê bixapînin. Em dixwazin ji bo ev pêvajoya aştiyê bi ser bikevi hûn piştgiriye bidin. Herî zêde hûn aştiyê heq dikin. Em jî ji bo ku aştî, aramî, wekhevî û edalet bi ser bikeve çi têkeve ser milê me, em dê bikin. Em bang li Serokwezîr Erdogan jî dikin û dixwazin ku êdî civan nede xwe û li pişt gotinên xwe raweste û muzakereyek ciddî bide destpêkirin û nereve."
'DEM ZÊDE TUNE'
Demîrtaş da zanîn ku li pêş me dem zêde tune û got: "Divê em bi hevre şert û mercên muzakeran ava bike. Di vê pêvajoya ku li Rojilata Navîn de difûre, divê em ji nû ve hiqûqa kurd û tirkan a sedsala pêş me zelal bikin û li ser jiyana azad û wekhev tev bigerin. Ger ku muxatabên me jî wisa cîddî û rast nêzî mijarê bibin. Em bawer dikin ku Birêz Ocalan jî dê piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Hikûmet bi tena serê xwe nikare vê pêvajoyê bimeşîne. Divê ji piştgiriyê re vekirîbe û li gorî rêgazan polîtikayan pêş bixe û muhatabên rast bigire."
Demîrtaş xwest rojên pêş bibe muzakere û aştiya mayinde.