Demîrtaş: Werin em têkoşîna demokrasiyê geştir bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê peyam ji mîtînga "Aştî, Azadî û Edaletê" re şand û got: “Werin em bi hev re têkoşîna demokrasiyê geştir bikin. Em bi hev re aştiyê ava bikin."

Mîtînga di pêşengiya Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi şiyara "Aştî, Azadî û Edaletê" pêk hat, bi axaftinan û coşek mezin didome. Di mîtîngê de Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şand xwend. Peyam bi çepik û sloganan dem bi dem hat qut bû.

Demîrtaş, di peyamê de hemû kes silav kir û wiha got: "Hûn îro li Stenbolê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin hatin cem hev. Li Tirkiyeyê aştî ji her demê bêtir pêwîst e. Aştî ji bo herêmê û Tirkiye divê her roj bêtir bê xwestin û israrkirin. Têkoşîna aştiyê herî zêde di serdema ku pêdivî pê hebe divê pêş bikeve û mezin bibe. Ji bo aştî û demokrasî li Tirkiye pêş bikeve em ê ji hemû gelê Tirkiye re bêjin. Ji bo aştî pêş bikeve li dijî faşizmê em ê mil bidin mil û li ber xwe bidin. Em ê ji hemû gelê Tirkiyeyê re bînin ziman. Îro berxwedana li dijî faşîzmê li dijî polîtikayên şer in. Berxwedan li dijî faşîzm û zilmê ye. Li dijî bêedaletiyê ye.

Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê ya li dijî faşizmê bi her awayî bi biryar berdewam bikin. Demokrasî, edalet, aştî û azadî, bi hevkariya têkoşîna wekhev pêkan e. Werin em bi hev re tekoşîna demokrasî û aştiyê pêş bixin. Em bi hev re aştiyê û demokrasiyê ava bikin. Bila riya me vekirî be. Teqez em ê bi ser bikevin."