Demîrtaş wê yekemcar li tevlî rûniştinê were kirin

Biryar hate dayin ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ay Bakirkoyê di rûniştina dozê de amade be.

Biryar hate dayin ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Edîrneyê girtî ye, tevlî rûniştina 12'ê Çileyê ya li 38. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê bê kirin. Hat ragihandin, rêveberiya girtîgehê duh ji Demîrtaş re ragihandiye ku wê wî sewqî rûniştinê bikin.

Eger Demîrtaş tevlî rûniştina dozê ya navborî bê kirin wê ji 4'ê Mijdara 2016'an û vir ve bibe cara yekê ku tevlî rûniştina dozê tê kirin.