Demîrtaş wê tevlî rûniştina dozê neyê kirin
Rûniştina destpêkê ya doza Demîrtaş, piştî 399 rojan bi hinceta 'ewlekariyê' wê li girtîgeha Sîncanê were kirin. Eşkere bû ku dîsa bi hinceta 'ewlekariyê' wê Demîrtaş tevlî rûniştinê neyê kirin.
Rûniştina destpêkê ya doza Demîrtaş, piştî 399 rojan bi hinceta 'ewlekariyê' wê li girtîgeha Sîncanê were kirin. Eşkere bû ku dîsa bi hinceta 'ewlekariyê' wê Demîrtaş tevlî rûniştinê neyê kirin.
Rûniştina doza ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi rengekî girtî lê tê darizandin, piştî 399 rojan wê 7'ê Kanûnê pêk were. Hatibû xwestin ku dosya Demîrtaş bi doza mirina 4 alîgirên Hîzbûllahê bikin yek. Dosya Demîrtaş di anvbera 2. û 10. Dadgehên Cezayê Giran de çend caran çû û hat û herî dawî dosya nekirin yek. 2 roj beriya destpêkirina rûniştina doza li Demîrtaş hate vekirin, rûniştina dozê ku diviyabû li Edliya Sihhiye bihata kirin, bi hinceta 'ewlekariyê' rakirina salona Girtîgeha Sîncanê. Eşkere bû ku bi heman hinceta 'ewlekariyê' biryar hatiye dayin ku Demîrtaş tevlî rûniştina dozê ya li girtîgehê neyê kirin. Doz wê sibe ji aliyê 19. Dadgeha Cezayê Giran ve bê kirin. Tê payin gelek parêzer û kesayetên ji hundir û derveyî welat tevlî bibin. Ji parêzerên Demîrtaş Mesût Beştaş dosya dozê û nêzîkatiya dadgehê nirxand.
Beştaş destnîşan kir ku darizandina Demîrtaş hiqûqî nîne û got, bi kirina bêhiqûqiyên mezintir hewl didin ser vê bêhiqûqiyê bigirin.
Beştaş diyar kir ku aliyekî doza li dijî Demîrtaş ê ji aliyê hiqûqî ve bê nirxandin nîne û got, "Darizandina Birêz Demîrtaş hê di destpêkê de bi hinceta ewlekariyê ji Amedê birin Enqereyê. Lê belê gelek dozên li Şirnex, Colemêrg û gelek bajarên din lê hate vekirin, anîn Amedê. Gotina 'ji ber ewlekariyê doz hate veguhestin' ku rayedarên dadgeriyê tînin ziman, dereweke mezin e. Vê carê hewl dan bi bûyerên 6 û 8'ê Cotmehê van derewên xwe binixumînin. Qîma xwe bi vê jî neanîn. Di destpêkê de dadgehan ji bo darizandina Demîrtaş di bûyerên 6 û 7'ê Cotmehê de di nava xwe de kirin nekirin biryar nedan. Gelekî hewl dan bi bûyerên 6 û 7'ê Cotmehê re bikin yek, lê belê ji ber ku dîtin ev nepêkan e, Enqere di vê mijarê de hat wezîfedarkirin. Herî dawî ji me re hat ragihandin ku wê ne li Enqereyê, lê li salona dadgehê ya Sîncanê bê darizandin. Dadgeriya di kontrola desthilatdariyê de ye, ya jî bi armancên desthilatdariyê tevdigere, Demîrtaş şand Sîncanê."
'EV SALEKE BIRYARA NAVBERÊ DER BARÊ DEMÎRTAŞ NEHATIYE DAYIN'
Beştaş anî ziman ku ti sedemeke xwe ya hiqûqî nîne ku çend roj beriya destpêkirina darizandina Demîrtaş doz birine Sîncanê û wiha dewam kir: "Birin dadgehek ku mirov dikarin jê re bêjin darizandina li binê kon. Salona ku ji bo Selahattîn beg hatiye veqetandin, saloneke dadgehê ye ku ji bo girtiyên li Sîncanê hatiye çêkirin. Saloneke dadgehê ya ji bo kesên li Stenbol an jî Edîrneyê girtî nîne."
Beştaş da xuyakirin ku bêhiqûqî ne tenê ev e û destnîşan kir ku di nava dema girtinê de diviyabû mehê carekê rewşa girtinê ya Demîrtaş ji nû ve bihata nirandin û li gorî qanûna ceza biryara navberê bihata dayin bê divê girtî bimîne yan na. Lê belê heta niha biryareke bi vî rengî qet nehatiye dayin.
Parêzer Beştaş da zanîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ber daxuyaniyên xwe tê darizandin û got, tiştekî gelekî xwezayî ye ku hevserokê partiyeke mûxalefetê yê siyasetê dike, daxuyaniyan bide. Beştaş destnîşan kir ku darizandina Demîrtaş a ji ber daxuyaniyên xwe hiqûqî nîne, lê siyasî ye.
'WÊ DEMÎRTAŞ NÎNIN DADGEHÊ'
Beştaş da zanîn ku wê Demîrtaş bi hinceta 'ewlekariyê' careke din tevlî rûniştina dozê neyê kirin û got, "Bi navê hemû parêzerên Selahattîn beg me serî li dadgehê dan ji bo wî bînin dadgehê. Lê belê li gorî agahiyên ku heta niha gihîştine ber destê me, wê wî nînin dadgehê. Ji me re dibêjin ku ji ber ewlekariyê em nikarin we li Amedê mehkeme bikin, ji ber vê yekê em dosyayê dişînin Enqereyê. Lê vê carê li Enqereyê jî nînin salonê. Eger li wê derê ewlekarî tine be, wê çaxê hûn çima dosyayê dişînin wê derê. Tişta ku hiqûqnasek li pêşberî vê rewşê bike ew e ku li vê rewşê bikene."
Beştaş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bêyî bê tespîtkirin ku sûc kiriye yan na, Demîrtaş tê cezakirin.
Beştaş got, "Doz û biryarên bi vî rengî wê zerarê bidin Tirkiyeyê."