Demîrtaş û Zeydan ji bo gelê Geverê peyam dan

Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeydan ku li Girtîgeha Edîrneyê dîl girtî ne, peyamek weşandin û gotin, gelê Geverê wê di 24'ê Hezîranê de bi dengekî gelekî zede bersiva herî mezin bide zaliman.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê Colemêrgê yê HDP'yî Abdullah Zeydan ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne, peyamek dan gelê Geverê.

Demîrtaş got, "Ez gelê Geverê bi taybetî hemû hevalên me yên ciwan, rêveber û namzetên partiyê silav dikim. Ji her kesî re serketinê dixwazim. Bi hêviya ku em ê di rojên azad de hev bibînin."

Zeydan jî got, "Gelê Geverê wê mîna her carê bi dengekî gelekî zêde nîşanî zaliman bide ku dilsozê nirx û têkoşîna xwe ye. Em ji vê derê dibînin ku gelê me di têkoşîna siyaseta demokratîk a bi rûmet de xwedî ked û xwaze e û em pê serbilind in. Ev keda we wê me hemûyan azad bike."