Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Wekîlê Colemergê Abdullah Zeydan ji girtîgehê peyamek ji bo kongreya partiyê ya Geverê re şandin.
Demîrtaş û Zeydan di peyama xwe de wiha gotin:
‘’Her roj em mezintir dibin û rêya xwe didomînin. Ên ku dixwazin me tine bikin, zextê, zilmê, êşkence û her cure rûreşiyê dikin, divê ji bîr nekin ku rayeya rêveberiyê di destê gel de ye. Û em ên ku aştiyê, demokrasiyê, hiqûqê, xwezayê, mafê jinan, mafê xwezayî yên mirovan diparêzin, em dixwazin bi bîra wan bixin ku ji ya ku naxwazin bibînin em bêhtir in. Û em ê xwedîderketina li nirxên ku em pê bawer in, li nirxên demokratîk bidomînin.
Bi hêviya rojên ronaktir em hêvî dikin ku kongre bibe sedema xêrê. Em careke dî hemû gelê xwe û beşdaran slav dikin û hezkirinên xwe diyar dikin.’’