'Demîrtaş û Yuksekdag ne bi tenê ne'
HDK, KCD û DBP'ê der barê hedefnîşandana Demîrtaş û Yuksekdag ji aliyê medya alîgirê AKP'ê ve, daxuyaniyek weşandin.
HDK, KCD û DBP'ê der barê hedefnîşandana Demîrtaş û Yuksekdag ji aliyê medya alîgirê AKP'ê ve, daxuyaniyek weşandin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke hevpar weşandin û nerazîbûn nîşan dan ku Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hedef tên nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat got, "Tayyîp Erdogan û desteya wezîran a 'rejîma navberê', li hemberî HDP'ê şer îlan kirine. Şer di vê astê de li dijî Hevserokên Giştî Yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş weke kampanya lînçê tê meşandin. Ev lînç nîşan dide ku hêrsa Erdogan û AKP'ê ya ji ber têkçûna 7'ê Hezîranê çiqasî mezin e."
'MEDYA ALÎGIR A BI FONÊ ERDOGAN BÛYE BAREGEHA ÊRÎŞÊ!'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Cebilxaneya sereke ya lînça li dijî Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û wekîlên HDP'ê, derew e. Derewên li dijî têkoşîna me, gelên me, nirxên me, rûmeta me û heqîqeta me, xwe ji berjewendiyan xwedî dikin. Medya alîgir a patronên xwe ji îhaleyên dewletê û budçeya Erdogan xwedî dikin û her yek ji wan mîna febrîqeyeke derewan dixebitin, rojnameyên gotgotan ên xwe ji rêxistinên îstîxbaratê xwedî dikin û trolên medya civakî mîna baregehên kampanyayên li dijî Hevserokên me dixebitin. Dozger jî, rexneyên li rêveberên AKP'ê tên kirin dikin fezlekeyên pûç ji bo rakirine destlênadenê.
Hevserokên me li pêşberî van êrîşan, ti carî ne bi tenê ne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku DBP, KCD û HDK'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi hemû hêza xwe HDP xurt kirine û hat gotin, "Me tercîha xwe ji berê ve kirine, em careke din dubare dikin: Pêşeroja gelê me ne di şer de ye, di aştiye de ye. Em ji Erdogan û desteya wî ya 'rejîma navberê' ku gelên me ber bi şer ve dibin re dibêjin: Ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî û berjewendiyên xwe, civakê ber bi şerekî bê dawî ve nebin."