Demîrtaş: Serketin bi berxwedanê dibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsand û got, serketina li dijî faşîzmê bi berxwedanê pêkan e.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsand û got, serketina li dijî faşîzmê bi berxwedanê pêkan e.
Li Tirkiyeyê ji bo diktatoriya faşîst têkeve meriyetê û mayinde bibe her rojê gavên nû tên avêtin. Hewldana 15'ê Tîrmehê weke 'xêra xwedê' hate dîtin û piştî 16'ê Tîrmehê êrîş û zext di asta herî jor de pêş ket. Her roj zext li ser zextê zêde dibe. Bi zanebûn û plan di nava demê de belav dike û roj bi roj rêjeya tundiyê zêdetir dike. Pergala tundiyê gav bi gav dixe meriyetê.
Eger ku tifaqa Erdogan-Bahçelî bixwaze dikare di hefteyekê de hemû kesan bigire, hemû kesên dijberî xwe ji kar bavêje, dikare hemû rojname û tv ên li dijî xwe bigire. Lê tirs û tundiya li ser civakê hêdî hêdî zêde dike û civakê fêrî vê yekê dike. Bi zanebûn di nava demê de belav dike. Her kesî dixe nava tirsa 'wê dor kengî bê min' zêde bike. Bi binçavkirin, girtinan dixwaze hemû beşên civakê teslim bigire.
Li aliyê din rê li pêş şopandina zextên li ser civakê tê kirin hatiye girtin û ji vê yekê sûdê digire û zextan zêdetir dike. Bêyî demê winda bike pergala rejîma faşîst di milê burokratîk, çandî, aborî xurt dike. Bi vê yekê rejîma faşîst a nû ava dike. Niha di destê AKP'ê de bi têra xwe kadroyên hatine perwerdekirin tine ye. AKP rêveber û parêzeran bi lez û bez dike dozger û dadger. Doçentiya alîgir radike. Dixwaze hemû rêveberiyên qadan têxe kontrola xwe. Armanc dike li hemû zanîngehan kadroyên AKP'ê lê bi cih bike. Ji xwe Rektor ji aliyê AKP'ê ve tên tayînkirin. Dixwaze her kes bibe koleyê wan. Di midûriyeta polisan de jî bi hezaran polîs cihê wan guhert û polîsên xwe lê bi cih kirin. Bi hezaran mamoste hatin sirgûn kirin û mamosteyên xwe li şûna wan bi cih dike.
Lê ev hemû ew qas bi çavkorî, bi lez û bez û bi tirs tên kirin ku çiqas kesên kêrnehatî, ji liyaqatê bê par û bê teşe hene, hemû di bin navê qadroyên AKP'ê de tên tijekirin. Ev qadrotiya ku tê kirin, berdin ku rejîma AKP'ê ava bikin, wê bibin belaya serê AKP'ê. Bêguman zerareke mezin didin gel û wê bidin jî.
Tişta ku ez dixwazim bêjin ew e, hevkariya Erdogan-Bahçelî hevkariyeke ji bê vîzyon, sera bera, ti meşrûtiya xwe tineyî, bê hazirî û tu bingeheke wê ya exlaqî nayê dîtin û wê ev "projeya" wan di destê wan de biteqe. Ew bixwe jî vê yekê baş dizanin. Tişta ku herî zêde dixwazin bikin her dem dixwazin dem bi dest bixin û bi vê rêyê dixwazin temenê xwe dirêj bikin.
Bêguman tenê sedemeke vê "rejîma faşîst a nû" dixwazin ava bikin û bi ti awayî nikarin ava bikin ne ev e, hê li dijî wan beşeke civakê ya mezin heye û destûrê nade ku ev rejîma xwe ya faşîst ava bikin. Belê, dibe ku hê hevkariya rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî têk neçûbe, lê hemû derfet û destketiyên dewletê bi kar tînin, lê hê ev desthilatdariya ku ew dixwazin ava nekirine.
Li hemberî vê rastiyê ketine nava panîkê. Civak hêdî hêdî axa mirî li ser xwe diavêje, li şûna tirs û fikaran, hêrsa wê zêde bûye. Hemû amûrên êrîşan bikar anîn. Ku gotin li cih be 'Cebilxaneyên' wan neman û ketine nava panîkê.
Niha di vê rewşê de pêwîste hêzên demokratîk ên pêşengtiya gelan dikin rol bigrin ser xwe. Ji ber ku rejîmên faşîst di rewşên wiha de rojên xwe yên dawî dijîn, ji ber vê êrîşan zêdetir dikin. Dema we got 'nexêr, ewqasî jî nakin' tişta heyî hemûyan dikin.
Di serî de HDP û hezên muxalîf ên li dijî faşîzmê berxwedanê mezin dikin û di refên pêşde cih digirin, divê vê mîsyona xwe ya dîrokî bêteredut bi cih bîn in. Ji xwe di vê mijarê de mîrateyeke me ya berxwedan û têkoşînê heye. AKP di siyaseta xwe ya 15 salî de temenê xwe yê herî kêm û rojên xwe yên herî kurt dijî. Ji bo ku ev yek neyê xuya kirin dinava hewldanan dene. Hêzên demokratîk li gel darbeyên li wan hat dayîn jî, bi mînaka 'derba ku nakuje bi hêz dike' her roj bi hez dibin û xwedî moralek mezin in. Divê haya me ji vê hebe. Bi baweriya piştgiriya deh mîlyonan mirov em tevbigerin û bi tevgera xwe, mafê wê bidinê.
Çi li hundirê parlamentê û çi li derve ti astengî li pêşiya serketina HDP’ê nîne. Divê bi rêbaza siyasetek encamgir, rojevê diyar bike û li gorî serdema nû çalaktir bibe. Em serdemek ku mazeretê rakin najîn. Divê ku em di demek kin de xwe bigîhînin hemû girseyên mezin ên ku ji me bawer dikin û wan çalaktir bikin. Em neçarin ku di demek kurt de encamên girîng bidest bixin û nîşanî herkesî bidin. Divê em aliyên muxalîf ên li derveyî xwe yên ku zorê li rêgezên me nekin, îtîfaqek nerm û hevkarên xwe li pêş bixin. Divê ku em ji avakirina eniya herî mezin a muxalefeta civakî re bibin alîkar.
Çav û guhê civakê li ser HDP’ê ye. Bêguman wê HDP ti carî dev ji gotina xwe ya aştiyê bernede û tawîz nede. Em neçarin ku ji hemû Tirkiyê re behsa ji bo aştî pêk were yekane rêya pêkane ew e ku li dijî faşîzmê berxwedan li pêş bikeve û yekîtî bê avakirin.
Berxwedan li dijî faşîzmê ye. Berxwedan li dijî polîtîkayên şer, zilm û neheqiyê ye. Berxwedan li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Divê demildest li gorî xeta rewabûna neteweyî û navneteweyî em mafê xwe bikar bînin, li her devera jiyanê xweser, rêya afirîner û bi rêbazên bênavber û paş da gav neavêtin berxwedan li pêş bixin. Pêwîste xeta berxwedanê li pêş bikeve û tişta bikeve ser milê me em pêk bînin. Pêwîste hemû dildarên me, kadroyên me û gelê me bi hestiyarî di asta herî jor de beşdarî plansaziyên xebatên nû yên HDP’ê bibe û xwedî derkeve. Divê ku bi beşdariyê berxwedanê mezin bikin. Mirov nikare merhametê ji faşîzmê daxwaz bike, lê teqez divê berxwedan pêk were û serketin bi ser dikeve.
SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ
Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê