Demîrtaş: Pêwîste yek kes jî paşve gavê neavêje

Demîrtaş: Pêwîste yek kes jî paşve gavê neavêje

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî meşa li Serêkaniya serxetê ya dê ketina navçeya Serêkaniyê bê girtin û derketina ji navçeyên din jî ji aliyê polîs û cendirmeyan ve bête astengkirin rexne kir. Demîrtaş di hesaba xwe de got: “AKP li şûna ku dê gel rawestîne bila çekan nede kujeran. Polîsên ku ji bo nekevin navçeya Serêkaniyê derketinên hemû bajaran girtine sûc dikin. Pêwîste tenê yek kes jî paşve gavê ne avêje.”

Beriya meşa ku dê li navçeya Serêkaniya Rihayê biser navê “Piştgiriya bi Rojava re” pêkbê polîs û leşkerên ku ketina navçeyê girtine, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya twîtterê bertek nîşan da. Demîrtaş da diyarkirin ku, kêm maye bikevin Serêkaniyê û got: “AKP li şûna ku dê gel rawestîne bila çekan nede kujeran. Yên ku protesto kirina El Nusra ya li Rojava komkujiyan pêktîne asteng dikin, ewin ên ku van çeteyên hov bi mehane têr dikin. Gelê Rojava bitenê nîne. Polîsên ku ji bo nekevin navçeya Serêkaniyê derketinên hemû bajaran girtine sûc dikin. Pêwîste tenê yek kes jî paşve gavê ne avêje.”