Demîrtaş: Operasyon li dijî ruhê pêvajoyê ne
Demîrtaş: Operasyon li dijî ruhê pêvajoyê ne
Demîrtaş: Operasyon li dijî ruhê pêvajoyê ne
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmetê bi daxuyaniyên dayîn bersiva biryara agirbesta KCK’ê da û wiha got: “Dibe ku ev yek bi awayekî zelal neyne ziman lê hikûmetê pêvajoya bêpevçûn dest pê kir daxuyand. Ji ber vê yekê operasyonên leşkerî, êrîşên li hemberî gerîla û operasyonên dersînor li dijî ruhê pêvajoyê ne. Ji ber ku hikûmetê agirbest qebûl kir."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Navenda Giştî ya BDP'ê têkildarî rojevê bi nûnerên çapemeniya Kurd re hate cem hev. Demîrtaş, diyar kir ku heke parlemento ji bo pêvajoya aştiyê zagonan çêneke û gavên demokratîk bûnê yên ji bo aştiya mayînde neyên avêtin pêvajoya aştiyê dê têk biçe.
Demîrtaş, anî ziman ku hikûmet hevdîtinê naxwaze bîne parlamentoyê û lê ev yek nayê wateye di demên pêş de li parlementoyê nayê axivîn û wiha got: "Ev pêvajoyek e. Astên wê hene teqez dê beşên parlamentoyê jî eleqedar bikin dê hebin. Pirsgirêkên zagonên nû derbixin dê hebin. Di vê demê de em jî dê li parlementoyê piştgiriyê bidin hikûmetê. Em dê ji bo hikûmet zagonan derbixin bidin zorê. Heke ev yek neyên kirin tedbîrên makezagonî neyên girtin behsa aştiyê nayê kirin. Ji ber ku aştî dê bi azadî û demokrasiyê pêk bê û mayînde bibe."
‘DIVÊ HIKÛMET HEVDÎTIN LI SER ZEMÎNÊ ZAGONÎ PÊK BÎNE'
Demîrtaş, wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha Birêz Ocalan bi awayekî fermî cezayê giran ê muebetê girtî ye. Di aliyê hiqûqî de tu mafê wî yê îmzayê jî tune ye. Divê rewşa wî ya hiqûqî ji nû ve bê nasîn. Meşrutiyeta wî heye lê ewlehiya hiqûqî tune ye. Dîsa dema pirsa xebat bi kîjan zagonê tên kirin bê kirin li holê tu zagon tune ne. Dibe ku weke sûc bên dîtin. Ji ber vê yekê divê ev rîsk ji holê bê rakirin. Hêvî dikim ku dê hikûmet gavan bavêje."
Demîrtaş,destnîşan kir ku pêvajo heya niha bi gavên yek alî pêş ket û wiha axivî: "Divê hikûmet bi pêşniyar zagonê zextên li kolanan, operasyonên li bajar û çiyayan ji holê rabike bibersivîne. Piştî civîna wezîran daxuyaniya hikûmetê girîng bû. Gotin ‘Pêvajoya bêpevçûn dest pê kir' Ev yek ji aliyê hikûmetê ve hate erêkirin û pêvajoyê dest pê kir. Hikûmetê bi biryara bêçalaktiyê bersiva agirbesta KCK'ê da. Dibe ku ev yek bi awayekî zelal negotin lê hikûmetê bi ev yek daxuyand. Ji ber vê yekê operasyon û hemû êrîşên li dijî gerîla li dijî rihê pêvajoyê ne. Ji ber ku hikûmetê agirbest qebûl kir. Divê êdî hevalên me yên di girtîgehan de tên girtin serbest bên berdan. Di vê ji bo vê yekê zagon bên amadekirin. Divê êdî li kolana hemû kes bi keyfxweşî mitîganan li dar bixin û çalakiyên aştiyane li dar bixin."
‘DIVÊ KURD MEKANÎZMAYA XWERÊVEBERINÊ PÊK BÎNIN'
Demîrtaş, da zanîn ku ew difirkirin astên din dê li hemberî hev pêş bikeve û hevdîtina li Îmraliyê bi Ocalan re kirin hemû astên pêvajoyê nîqaş kirin. Demîrtaş, bi lêv kir ku pêvajoya çareseriyê dê hinek din dirêj bibe û wiha pê de çû:
“Di dawiya vê mehê de pirsgirêka kurd bi temamî bi dawî nebe. Heke dewlet gavên dikevin ser milê wê biavêje yên kurd jî bikin hene. Ji ber ku ramana her tişt bila dewlet bike ya me tuneye. Divê xwedî li zimanê xwe derbikev, saziyên ziman ava bike û di nava jiyanê de bi zimanê xwe biaxive. Dewlet van nake dê gel bike. Dewlet pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî vebike divê kurd ji vê yekê re amade bin. Pirsgirêka xwe rêvebirinê ye. Kurd tenê bi şaredariya na divê mekanîzmayên din ên xwe rêvebibin ava bikin. Yanî kurdî divê li benda gavên 'AKP' dê bavêje nemîn e. Divê di her alî de xwe amade bikin."
Demîrtaş, destnîşan kir ku niha berpirsiyarî li aliyê hikûmetê ye û ji ber ku Ocalan ya dikeve ser milê xwe ji sedî 99 bi cih anî. Demîrtaş, destnîşan kir ku geşedanên li Tirkiyeyê pêk tên kurdan eleqedar dikin û wiha axaftina xwe bedewam kir:
"Ev pêvajo tenê di navbera PKK û Dewletê û BDP û AKP'ê de nîn e. Dê hemû kurdên li car parçeyên Kurdistanê bi bandor bike. Tevgerên din ên kurd jî li dijî vê pêvajoyê nîn in. Geşedanên li perçeyên din ên kurdan pêk tên ên erenî li dijî perçeyên din nîn e. Tu kes jî me vê yekê qebûl nakin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wisa nêzîk dibe. Geşedanên erenî yên li wir li Rojava û Bakur neyînî nayên dîtin."
Demîrtaş, anî ziman ku PKK tevgera "gerîla" a herî mezin a li Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Demîrtaş, da zanîn ku di Newrozê de nêzî 2 mîlyon kesan piştgîrî da Ocalan û PKK'ê. Demîrtaş, bilêv kir ku mafê kurda yê weke gelên din ên cîhan yê xwe qedera xwe tayîn bike heye û wiha got: "Tu kes nikare teza 'Kurdistan serxwe nabe û Kurdistan nabe yek' nikare bavêje holê. Em nizanin dê çêbe an na. Lê şertekî teqez dê çêbe jî tuneye. Heke çêbibe jî îro jî tu kes nikare vê yekê asten bike."