Demîrtaş: Mehek din li ber xwe bidin!
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne rehîn tê ragirtin, têkildarî mijarên rojevê nirxandinên balkêş kir.
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrne rehîn tê ragirtin, têkildarî mijarên rojevê nirxandinên balkêş kir.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê ev peyam dan:
“ 1- Weke ku hikûmet îdîa dike ku zêdebûna dowîz karê kesên derve ye. Wê demê çima we bazar xistiye lîstika destê derve? Dema ku pere ji derve tên hûn dikin bav, axa û dipesêrin xwe, çima hûn hilberîner, esnaf, cotyar û karkeran paşguh dikin.
2- Çima we yên ku gotin domandina Rewşa Awarte, girtinên bê edalet, ji kar dûrxistin û bêedaletiya li gel hilbijartinê di berjewendiyên hêzên sermayedar ên biyanî de ne we ew bêdeng kirin?
3-Dema ku ew bi kêfî Demîrtaş xistin girtîgehê, ma qet we nefikirî ku wê ev ziyanê bide warê aboriyê, çima hûn vê yekê ji gel diveşêrin?
4- Kesên ku we bi zêdahî bi fen û fûtan ji bo wan pere rijand û bi trîlyonan bere bibirin, hê ji vê kirîzê fersendê dibînin. Dîsa hûn bên hilbijartin, fatûreyê wê ya ku dîsa wê feqîr û hejar bidin, çima diveşêrin?
5- Ji vê kaosê rizgarbûn mimkûn e. Hilbijartin ji bo vê fersendeke. Em dikarin vê rewşê biguherin. Emê ê rant, dizî û bertîlan bidin rawestandin. Em ê dewlemendiyên vî welatî li gel par bikin.
6- Li sûc û kiryarên li ser min didin sefandin nenêrin. Ez di nava civaka navneteweyî de bi kesayet, nêzîkbûna demokrasî û mafê mirovan tê naskirin û rêz tê girtin, ji desthilata heyî qat bi qat zêde ye.
7- Dema ku ez ji bo serokkomariyê hatim hilbijartin û şûnde wê êdî Tirkiye bibe welatekî ku hemû welatên cîhaê rêz jêre bigre. Wê bibe sedemê ku di warê aboriyê de pêşketina bi xwe re bîne. Hûn ji vê bawer bin.
8- Div welatiyê me jî bi awaykî panîk ji TL berê xwe nedin dowîzan. Ev wê hê zêdetir ziyanê bide kirîzê. Meheke din li ber xwe bibin û li ser sindoqan ji bo lîderekî hê demokratîk deng bi kar bînin. Çareseriya herî mayînde eve.”