Demîrtaş: Kurd zîhniyeta yekperestiyê qebûl nakin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku dîl hatiye girtin got, Kurd zîhniyeta yekperest qebûl nakin û işaret bi xweseriya demokratîk kir.

Rûniştina sêyemîn a doza li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş lê tê darizandin, di roja duyemîn de ye. Rûniştina dozê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Demîrtaş di rûniştinê de li ser xweseriya demokratîk parastin kir, ku di fezlekeyê de xweserî bûye mijara sûcdariyê.

JI KOMARÊ RE FORMATEKE DEMOKRATÎK DIVÊ

Demîrtaş destnîşan kir ku zîhniyeta yekperest ji aliyê Kurdan û nasnameyên din ve nayê qebûlkirin û got, "Divê formateke demokratîk li Komarê bê kirin."

Demîrtaş got, "Li Elmanyayê mafê Tirkekî heye ku ji hikumeta Elman, ya jî ji dewleta Elman re bêje 'ez perwerdeya bi zimanê Tirkî dixwazim'. Lê belê dema Kurdek li welatê xwe dibêje 'ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînim, bi rengekî xwecihî xwe bi rê ve bibim, di nava yekîtiya vê dewletê û sînorê welêt de dixwazim tevlî rêveberiyê bibim' ev dibe sûç."

'AKP'Ê SOZA XWESERIYÊ DABÛ CIVAKÊ'

Demîrtaş diyar kir ku AKP'ê di beyannameya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê de soza xweseriyê daye û got, "Di beyannameya hilbijartinê de, di bernameya hikumetê de, di bernameya partiyê de wan bi xwe jî rengekî xweseriyê parastine. Soza ku AKP'ê da dengdêrên xwe, xurtkirina rêeberiyên herêmî, modela rêveberiya xwecihî ya li gorî Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî yê Ewropayê ye."