Demîrtaş: Bi edaleta we ne bawer im

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di rûniştina dozê de got, "Ne ji dadgeha we li benda edaletê me, ne jî baweriya min bi bicihhatina edaletê heye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê darizandin. 

Rûniştina dozê ku li Girtîgeha Sîncanê tê kirin, di roja sêyemîn de ye. Tevî Parlamenterên HDP'yî, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Tekîn Bîngol jî rûniştin şopand.

Mîna du roj beriya niha hiştin ku tenê 50 kes li rûniştinê temaşe bikin. Demîrtaş li ser mijarên ku di fezlekeyê de pê tê sûcdarkirin axivî û çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê û kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê nirxand.

DAVÛTOGLÛ WEKE SIYASETMEDAREKÎ FIYASKO YE

Demîrtaş dema ku qala Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kir got, pirtûkeke neserketî binivîsîne jî ew akademîsyenekî girîng e, lê weke siyasetmedarekî ew tam fiyasko ye.

Demîrtaş got, "Di van bûyeran de çima gelekî lezand, çima li benda dadgeriyê nema. Çawa karîbû di nava saetekê de hemû bûyeran zelal bike? Divê vê yekê eşkere bike."

Demîrtaş destnîşan kir ku Davûtoglû ti carî ji pêvajoya çareseriyê bawer nekir û got, "Davûtoglû siyasetmedarekî kêrnehatî ye ku rêxistinbûna dewleta emperyal a Neo-Osmanî xistibû serê xwe. Bi çavekî wekhev li gelê Kurd nenihêrî. Ji şer dixwar û ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê hewl da."

HÊVIYA MIN JI EDALETÊ NÎNE

Demîrtaş bi dewamî got, "Karê siyasetmedaran ew e ku alternatîfan biafirîne. Siyasetmedarê ku nikare vê bike, xwînmêjên polîtîk ên kêrnehatî ye. Şukir ji Xwedê re di vî warî de wijdanê me rehet e, me heta dawiyê hewl dan. Eger bûbim wesîle ji rizgarbûna canê mirovekî bi tenê re, amade me ku hezar salî jî girtî bimînim. Eger me pêşî li giranbûna şer girtibin, eger me emrê pêvajoya çareseriyê rojek jî be dirêj kiribe û kesek rizgar kiribe, amade me ku di berdêla vê de hezar salî girtî bimînim. Yên ku ji kuştina bi hezaran mirovan berpirsyar in û tevî vê yekê jî bi rengekî luks dijîn, dewlet bi dest xistin û kêfa xwe dikin, gelo bi qasî min ku li hucreya bi tîpa F me, dilê wan rehet û aram e? Na ne aram in. Dilê min gelekî rehet e. Ji qesrên herî luks baştir li hucreya Tîpa F a Edîrneyê bi dilrehetî dimînim... Ne ji dadgeha we li benda edaletê me, ne jî baweriya min bi bicihhatina edaletê heye."

ZEXTA LI DADGERAN KIRIN

Demîrtaş got, "Ez nehatime vir da ku li bara sûcdarkirina berevaniya xwe bikim, ez hatime ku sûcan raxim ber çavan."

Demîrtaş bi dewamî diyar kir ku ji bo ku qedexeya siyasetê li ser deynin di dozan de zext li ser dadgeran kirine û domand: "Zexteke wiha ya zêde li ser dadgehên Esliyê dikin ne îşê gotinê ye. Heke pêkan be hewl didin ku Demîrtaş li derî qada siyasetê bihêlin. Ez pê dizanim, ji bo ku zû qedexeya siyasetê li ser min deynin bi taybetî di ser parêzeran re zextê li dadgeran dikin. Em ê baweriya xwe bi vê darazê bînin? Dibe ku qedexeya siyasetê li ser min deynin lê halê min ê mirî jî ji hinan zêdetir dikare siyasetê bike. Dema ku qedexeya siyasetê li ser min danîn wê bi ser de li wir nenivîsin, ‘’biryar hate danîn ku êdî gel jê hez neke’?  Heta mirinê jî qedexeya siyasetê li ser min deynin ez siyasetmedar im. Ez di hicreya xwe de jî siyasetê dikim. Ê ku hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê diyar bike em in. Kîlît em in. Qedexeya siyasetê li ser min hebe jî em in, nebe jî em in. Kilît di dest me  de ye. Ka hela em binerin, bê ka çi dikin."

BI SERBILINDÎ KETIM GIRTÎGEHÊ Û WIHA JÎ JÊ DERKEVIM

Demîrtaş got ew bi serbilindî ketiye Girtîgeha Edîrneyê û got, ‘’Şîreta min li hevalê min ev e: Heke ez li wir bimirim bila tabuta min wiha bi rengekî tîk jê derxînin bila berwarî dernexînin.’’

KURD BI RÛMET IN, TÎPA 'K'YÊ NIKARE BIÇÛK WERE NIVÎSÎN

Demîrtaş axaftineke xwe ya ku bûbû mijara îdîanameyê xwend. Di metne de tîpa 'k'yê ya di navê 'Kurd' de biçûk hatibû nivîsîn. Demîrtaş got, "Kurd weke hemû gelan civakeke bi rûmet e. Bi mebesta kêmkirinê tîpa 'k' biçûk hatiye danîn. Nivîsandina vî rengî kêmkirin e. Divê were rastkirin, ez vê qebûl nakim."