Demîrtaş: Ji bo Erdogan dem nemaye!

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji bo Erdogan got, 'dema wî zêde nemaye' û destnîşan kir ku guhertin şert e û ev jî nêz e. Demîrtaş diyar kir, dagirkirina Efrînê û tifaqa bi MHP'ê re wê tercîha Kurdên AKP'yî jî biguherîne.

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîtaş bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên rojnameya Italî Corrîere della Sera, ku yek ji rojnameya herî dêrîn a Italyayê ye.

'JI BO ME TIŞTEK NE HÊSAN BÛ'

Demîrtaş li ser pêvajoya kampanyayê got, "Mesele ne ew e ku tenê nikarim dengê xwe bigihînim û nikaribim derkevim ber gel. Ji namzetên dî ji hêla reveberina kampanyayê ve bi dezavantaj im. Lê min hay ji vê hebû û bûme namzet. Ji bo min, ji bo Kurdan, ji bo hemû çewisandiyên vî welatî ti tişt jixwe heta niha ne hêsan bû. Ango têra xwe bi tecrûbe me, heta roja hilbijartinê li gel astengiyên fizîkî yên girtîgehê jî heta ku ji destê min were ez ê kapmanyaya xwe rê ve bibim."

'JI BO ERDOGAN KETINÊ DEST PÊ KIR'

Li ser pirsa, 'Erdogan ji te re terorîst dibêje, tu çi dibêjî?', Demîtaş got, "Erdogan jî zane ku ez ne terorîst im. Derdê wî ew e ku bi kampanyayeke lincê ya li ser min dixwaze perikên xwe binepixîne. Lê êdî çi jî bike nikare wan perikên xwe binepixîne. Ji bo Erdogan ketinê ji mêj ve dest pê kiriye."

TÛRA DUYAN

Li ser pirsa 'Heke nemînî tûra duyan hilbijêrên wî wê çi bikin' Demîrtaş got, "Ez dixwazim bimînim tûra duyan û ji bo vê dixebitim. Hilbijêrên min jî destekê didine min. Lê wiha bibêjim; HDP’yî bi çarçoweya rêgezên xwe wê tercîha xwe li ser demokrasiyê bikin."

'JI HER DEMÊ ZÊDETIR BI HÊVÎ ME'

Li ser pirseke din Demîrtaş got: "Ji her demê zêdetir  bi hêvî me.  Desthilatdariya berdest bi taybetî van sê salên dawî tenê tundî, nedadî û nehiqûqî aniye. Mexdûrê vê jî gel e. Tam li vir em derdikevin holê û div ê rewşê de em bi wê îdîayê ne ku ji AKP’ê re bibêjin, ‘êdî bes e!’. Dema ku hêviya we nema divê hûn dev ji siyasetê biqerin. Li gel ku rewşa ku hikûmetê li welêt çêkiriye ji, dema ku mirov li gel dinere, ez dikarim bibêjim, ti sedemek tine ku em  hêvîşikestî bibin. Guherînek şert û ev pir nêz e."

Demîrtaş got Erdogan ji bo darbeyê gotiye 'Xêra Xwedê ye', bi Rewşa Awarte Tirkiye kiriye girtîgeha servekirî û got, "Dibe ku Erdogan hay jê nebe lê dema ku li halê wan ê dawî yê li ser TV’yan dinerim, dikarim bibêjim ku Erdogan mehkûmekî navdar ê vê girtîgehê ye."

'KURD DENGÊ XWE NADIN AKP'Ê

Demîtaş her wiha li pirsa, piştî dagirkeriya li Efrînê û tifaqa Erdogan a bi MHP'ê re wê helwesta Kurdan çawa be, Demîrtaş got, "Ez dibêjim ev ê di encamên hilbijartinê de xwe nîşan bide û bi ya min beşekî xilbe ê Kurdan wê deng nedin AKP’ê."