Demîrtaş: Helwesta gel wê rewşa min diyar bike

Demîrtaş ji rojnameya Le Courrier a Swîsreyê re axivî û got, namzetiya wî ya li girtîgehê ji bo siyaseta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP'ê cihê şermê ye.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dîl tê girtin, bi rengekî nivîskî bersiv da pirsên rojnameya Le Courrierê ku li kantoneke Fransî ya Swîsreyê tê weşandin.

Demîrtaş diyar kir ku derfetên wî yên li girtîgehê gelekî kêm in û ji Mijdara 2016'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji bilî hevalê wî yê li hucreyê parlamenter Abdullah Zeydan, destûr nayê dayin ku ji dûr ve jî mehkûmekî bibîne.

Demîrtaş destnîşan kir, tevî ku li girtîgehê ye daxwaza wî ya têkoşînê ti carî kêm nebûye û got, "AKP û Erdogan ji ber ku li qada siyasî nikare bi me, bi rêya zexta dadgeriyê û manîpulasyona li medyayê, bi hezaran HDP'yî girt.

Gelek ji me tenê ji ber daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê û axaftinên li qada mîtîngan tên sûcdarkirin. Nepêkan e ku mirov ji dadgeriya heyî ya li Tirkiyeyê re bêjin dadgeriyeke serbixwe û azad."

Demîrtaş anî ziman, HDP hevrikê herî mezin û hêza herî xurt a alternatîf e li dijî Erdogan û AKP'ê, lewma êrîşeke giran lê tê kirin.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, desthilatdariya AKP'ê ji ber ku nema dikare welêt bi rê ve bibe, biryara hilbijartinê da û diyar kir ku bi hilbijartina pêşwext re xwest, bi rengekî ne amade mûxalefetê zevt bike û 24'ê Hezîranê ji nû ve bibe desthilatdar.

'GELÊ ME WÊ HÎN BI XURTÎ XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVE'

Li ser her du tifaqên heyî, Demîrtaş got, "Ez bawerim ku HDP wê bi tena serê xwe ji benda 10 ji sedî ya hilbijartinê bibihure. Bi dîtina min, ji ber ku HDP li derveyî tifaqê hate hiştin, gel nerazî ye. Di nava van şert û mercan de wê gel hîn bêhtir xwedî li HDP'ê derkeve."

'NAMZETIYA MIN JI GIRTÎGEHÊ, JI BO SIYASETA TIRKIYEYÊ Û AKP'Ê CIHÊ ŞERMÊ YE'

Ji bo pirsa li ser namzetiya wî ya ji girtîgehê jî Demîrtaş got, "Namzetiya min ji girtîgehê ji bo siyaseta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP'ê cihê şermê ye. Kampanya xwe ya hilbijartinê jî bi derfetên li girtîgehê ku bi qasî tine ye kêm e, dimeşînim. Derfetên min ên kampanyayê jî parêzerên min û mesajên bi rêya postayê dişînim derve, ne."

Demîrtaş diyar kir ku kampanya bingehîn li derve ji aliyê partiya wî HDP'ê û bi milyonan hevalên wî yên ciwan ve tê kirin û got, "Ez ji vê derê destekê didim wan. Erdogan bi hemû derfetên dewletê û medyayê kampanyayê dike. Lê ez li vê derê, di hucreyê de bi baweriya ji hêz, wêrekî û baweriya jin û ciwanan, tişta ji destê min tê dikim."

'XWEDÎDERKETINA GEL WÊ REWŞA MIN DIYAR BIKE'

Demîrtaş bi dewamî got, "Berdana min ne li dijî qanûnan e, girtina min li dijî qanûnan e. Ji xwe eger ev karekî hiqûqî bûya, ez nedihatim girtin. Xwedîderketina gel û bûyerên siyasî wê rewşa min diyar bike."

'DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN

Demîrtaş bi rêya rojnameyê silavên xwe li dengdêrên li Ewropayê bi taybetî li Swîsreyê kir û got, "Ji her kesî rica dikim ku bi teqez biçin ser sindoqan, destekê bidin demokrasiyê û dengê xwe bidin."