Demîrtaş: Gelê me çokan naşkîne û wê hesab ji AKP’ê bipirse!

Demîrtaş di daxuyaniya piştî lêkolînên li Cizîrê de diyar kir ku li navçeyê sûcê mirovahiyê hatiye kirin, lê wê gel çokan neşkîne û hesab ji AKP’ê bixwaze.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî li ‘jêrzemînên hovîtiyê’ yên li navçeya Cizîr a Şirnexê lêkolîn kir, bi heyata pê re li ber yekemîn ‘jêrzemîna hovîtiyê’ daxuyanî da.

 ‘LI VIR SÛCÊ ŞER PÊK HATIYE’

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan:

“Pêwîst e mirov serbilindiya gelê Cizîrê pîroz bike. Mixabin li vir bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Ez ji bo her xwişk û birayekî ku me winda kiriye ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji malbat û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Niha jî tevî meh di ser de derbasbûna jî hê karesat li holê ye. Çend tax, jiyangeh bi tank û topan bi temamî hatine hilweşandin. Li vir sûcekî şer pêk hatiye.

 ‘YEKÎNEYÊN ECÊB HENE;BÊ KÎ NE NE DIYAR IN’

Bi tank, top û çekên giran ên artêşa êrîşkirina jiyangehên sivîlan sûcekî şer e. Bi mehan e ev li Cizîrê tê jiyîn. Li Hezex, Silopiya, Şirnex, Gever, Nisêbînê rewşên heman tên jiyîn û heman sûc pêk tên. Û mixabin, qismek Tirkiyeyê jî ji vê bê agahî ne. Ji bo neyê dîtin, neyê bihîstin jî li ser çapemeniyê zextek mezin heye. Di rewşa heyî de li tevahî kolanên Cizîrê zext û qedexeyek mezin didome. Wek hûn dibînin ez wek hevserokekî giştî jî dema li vir daxuyanî didim jî dibêjin derveyî xala 2911’an e û yekîneyên hewl didin mudaxele bikin hene. Bê ka kî ne, ne diyar in.

LI HEMBERÎ BARBARIYA FAŞÎST WÊ GELÊ ME QETHIYEN ÇOKAN NEŞKÎNE'

Yên ku dixwazin asta vê wehşetê bibînin, divê îro li gel vê sekna serbilind ya Cizirî cihê xwe bigirin. Ya ku dixwestin pêk bînin çavtirsandin û tirsandina Cizîrê bû. Lê bila her kes vê baş bizanibe, li hemberî barbariya faşist wê gelê me qethiyen çok venede.
Hûn wê weke hikûmet hesabê hemû bêhuqûqiya ku we kiriye, bidin. Hûn wê teqez hesabê bêqanûniyê bidin. Bila Davûtoglû vêya baş bizanibe, çawa Qesabê Bosnayê hat darizandin, ceza girt, ji ber ku te ev ferman dane, ji bo rojekê tu jî li pêşberî daraza netewî û navnetewî bêyî darizandin û hesab bidî, çi ji destê me bê em wê bikin. Ji wan tirê wê tiştên kirine ji wan re bimîne. Û ji wan tirê wê gelê me li hemberî vê barbariyê bitirse, wê ji bîr bike û çok vede.

'WÊ CIZÎRA BOTAN, JI AKP'YA KU JI SIYA XWE JÎ DITIRSE TOLA XWE HILÎNE' 

Em hemû gelê xwe vedixwînin cihên ku hatine rûxandin û kavil bûne. Hêza me yî piştevaniyî têra ji nû ve avakirina her kuçe, kolan, kargehên me re heye. Li hemberî vê dîroka barbariyê gelê me yî dîroka lehengiyê nivîsandiye bila zanibe ji 7'tan heta 70 saliyan her kes li gel wan e. Ferasetên barbar bi dehan car xwestiye Cizîra Botan radest bikin. Îro jî dixwazên heman tiştî bikin, lê wê bi ser nekevin. Gelê me li derdora îradeya xwe bi tiptîk, bi awayekî têkûz û serbilindî wê bisekine û wê ev ji zîhniyeta AKP'ê ya ku ji siya wan jî ditirse, heyfa xwe hilîne. 

'EW KESÊN KU HER EM DIBÊJIN AŞTÎ, BI TANK Û TOPAN BI SER ME VE TÊN JI VÎ ŞERÎ BERPIRSIYAR IN' 

Ew kesên ku her em dibêjin aştî, bi tank û topan êrîşî hemû qadên jiyanê yên gelê me dikin ji vî şerî berpirsiyar in. Berpirsiyarê vê hikûmet e. Ji bilî AKP'ê tu kes ne berpirsiyarê vê ye û wê teqez hesabê vê bidin."

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" ji ser Kolana Nisêbînê çûn Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê.