Demîrtaş: Fikrê min neguheriye, divê Ocalan têkeve dewrê

Selahattîn Demîrtaş di rûniştina dozê de parastin kir û got; “Fikrê min neguheriye; divê Ocalan têkve dewrê.”

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku 142 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin, li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome. Demîrtaş ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna Kampusa Girtîgeha Sincanê bû, piştî nivro jî parastin kir.

Demîrtaş, anî ziman ku fezlekeya der barê wî de hatiye amadekirin bê dîsîplîn û bê pergal hatiye amadekirin û wiha got: "Delilên hatine amadekirin axaftina bi Kurdî ya siyasetmedar û parlamenterê BDP'ê Ahmet Turk e, ku di 8'ê Kanûna 2010'an de li Navenda Çandê ya Mitanî ya Nisêbînê hatiye kirin. Wekî ku propaganda rêxistinê kiribe nişan daye. Tişta kambax ew e ku Ahmet Turk wekîlê BDP'ê yê Mêrdînê ye. Lê dozger Turk wekî parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê nîşan daye. Tişta li meclîsê axivîye li vir jî axivîye."

Demîrtaş anî ziman ku ev fezleke ketiye ber destê gelek dozgeran û tevan şandine Dozgeriya Amedê û Dozgerê Amedê li xwe nenihaye ku vê fezlekeyê bixwîne û got; “Lê dîza ez zêde girîng nabînim. Lê Dozgerê Lêpirsînê Gozde Uzun di çarçoveya rêxistinbûna cemaetê de hatiye destgîrkirin. Der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Hatiye girtin an jî hatiye îxrackirin nizanim. Lê di encamê de ev dozger rastî lêpirsîna FETO hatiye."

‘WÊ DEMÊ HEYET BI FERMANA ERDOGAN BI OCALAN RE HEVDÎTIN KIR'

Demîrtaş, anî ziman ku dadgehê wekî ku wî propaganda rêxistinê kiribe nîşan dide û wiha got: "Wê demê tişta dibû bi fermana dewletê pêk dihat. Rayedarên dewletê li ser fermana Erdogan li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan pêk dianîn. Hêj ev hevdîtin ji raya giştî re nehatibûn eşkerekirin. Hin hevalên me jî ketin greva birçîbûnê û dixwestin li gel Ocalan hevdîtin pêk werin. Di serî de parlamenterên me bi hemû çalakgeran re hevdîtin pêk anî. Hevalên me digotin 'Em siyasetmedar in. Em bi fêhl û finasan girtin. Niha jî li derve xwîn laş dibe. Belê destûrê nadin em siyasetê bikin lê em ê mirinan ragihînin û em bi biryar in. Heta muzakere dest pê nekin em ê paş ve gav neavêjin.' Di wê serdemê de navenda me ya giştî, ji bo hikumet guh bide van daxwazan, biryara raya giştî agahdar bike girt. Di heman deman de bi hikumetê re jî hevdîtin pêk anî. Armanca me ya sereke ew bû ku em Tirkiyeyê bînin ser pêvajoya aştiyê."