Demîrtaş: Ez ne mexdûr im, berxwedêr im!

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş bal kişande ser şertên ku ew di nav de dijî û got, ‘’Ez ne mexdûr im, berxwedêr im’’.

Demîrtaş ji girtîgehê bersiv da pirsên Bîanetê û got, ew ji ber ramanên xwe û rewşa siyasî hatiye rehînkirin û ew berxwedêr e.

ERDOGAN HEMÛ DERFETAN BI KAR TÎNE Û KAPMANYAYÊ RÊ VE DIBE

Demîtaş, ê ku ji ber sedema girtî ye ne xwedî wan derfetan e ku mîtîngan bike, tiliya xwe bi Erdogan ve kir û got, ‘’Li hêlekê yek ji rikberê min bi hemû derfetên dewletê kampanyayan dike, li hêla dî jî di hicreya xwe de ti derfetên min nîn in ku dengê xwe bigihînim civakê.’’

Demîrtaş got di nav namzetan de yê herî bi dezavantaj ew e û got, ‘’Normalîzekirina vê rewşê neheqiyeke mezin e li hilbijêrên me.’’

NAMZETÊN DÎ NE XWEDÎ VÎZYONEKE DAHATUYÊ NE

Demîrtaş got li gel vê jî ew kêferatan dike da ku li gotinên namzetên dî guhdar bike û li ser kêmasiyên wan wiha got: ‘’Heta niha ji nav namzetan kesî vizyoneke ku li ser azadiya ava bûye, nedaye ber xwe. Di nav wan de yek ji wan jî ne bi vê zerengî û bîreweriyê ye. Derbarê azadiyan yek raman an jî projeyeke ku hêviyê bide û mirov kelecanî bike, hilbijêran ji devê wan nebihistiye. Ji ber ku namzetê ku wê kelecaniyê çêbike namzetê HDP’ê ye û ew namzet jî hê derneketiye pêşberî hilbijêran û ew venegotiye.’’

GO BI SER BIKEVE WÊ ÇI BIKE?

Demîrtaş li ser pirsa, ‘’heke bi ser bikeve wê çi bike?’’  got, ‘’Ez ê bang li hemû serokên partiyên siyasî bikim ku li ser maseyekê rûnin û di serdema nû de ji bo derbasbûna nav demokrasiye, ji bo ku bername û nexşerêyeke hevpar çêbibe ez ê li konsensûsekê bigerim.’’

 ‘EZ NE MEXDÛR IM, BERXWEDÊR IM’

Demîrtaş li ser gotinên Ahmet Hakan ku bi dilqê nûçegihanan hedef nîşan dide, gefan dixwe, ku gotibû, ‘’wê girtîgehê bike cihê mexdûrbûnê, mexdûrbûnê bike deng’’, wiha got: ‘’Ez ne mexdûr im. Ez berxwedêrek ji nûnerê têkoşîna azadiyê me ku ji ber ramanên xwe û rewşa siyasî hatime rehînkirin. Ne bi daxwaza xwe li girtîgehê me, lê piştî ku ez kirim vê qulikê jî, biya min min helwesta xwe parastiye. Civak, çi kesê ku wan digirin weke ku mexdûr bin li wan nanere û li wan xwedî dernakeve. Heke xwedî li min derdikevin, ev ne ji ber mexdûrbûna min, ji ber helwesta min a mexrûr e. Ez wê şîretê li kesî nakim ku bi ber bayê gotinên Ahmet Hakan bikevin û xwe têxin girtîgehê.’’