Demîrtaş: Ez bang dikim ku her kes tirsê têk bibin û dengê NA bidin

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji girtîgeha Edîrneyê mesajek şand. Demîrtaş diyar kir, ku ew ê teqez bi ser bikevin û got, "Gelê me ji tirsonekan wêrektir tevgeriya ye û tirs têk biriye."

Demîrtaş destnîşan kir, ku wêrekî têgerîn e û got, "’Ez bang li her kesî dikim ku tirsê têk bibin, biçin ser sindoqê û dengê NA bidin."

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş ji girtîgeha Edîrneyê peyamek şand. Peyama Demîrtaş ji hêla  Navenda Giştî ya HDP’ê ve hate parvekirin. Peyama Demîrtaş wiha ye:

EM JI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE NE

"Hûn ji nêz ve dişopînin ku em ji rojên dîrokî derbas dibin, di nav pêvajoyeke dijwar a têkoşînê de ne.

Desthilatdarî herî zêde xwe dispêrê tirsê, tirsê diafirîne û dixwaze vê tirsê bi her kesî bide hîskirin. Di rewşên wiha de tirsa ji desthilatdariyê hîseke pir însanî ye; lê ji bîr nekin ku wêrekî jî hîseke însanî ye û tekane rêya ku em tirsê ji zarokên xwe re mîrat nehêlin wêrekî ye.

Di vê rewşê de yên ku li kursiyê destûrdanînê, rêveberî, daraz û medyayê rûdidin û radestî tirsê dibin pir dersdar e û hetîketî ye. Ev ên ku li ser van kursiyan rûniştine û radestî tirsê bûne, hevkarê rastîn ên van sûcan in.

Dadgerekî ku ji tirsan dadmend tevnagere, wekîlên ku ji tirsan deng dernaxin an jî nûçegihanek, divê qenciyeke dawî bi vê civakê bike, îstîfa bike û tirsa xwe li mala xwe bijî. Heke tirsa we ziyanê dide hine dî û tevahiya civakê heqê we li vê nîn e.

GIRTINA ME YA BI RENGEKÎ KORSANÎ, TIRSONEKÎ YE

Mixabin bi saya van tirsonekan, desthilatdarî zordarî û bêhiqûqiya xwe dinixumîne. Girtina me bi fermana desthilatdariyê û bi rengekî korsanî, tirsonekî ye, tengazarî. Bila hes piştrast be, em ê li pêşberî dadgeriyeke adîl, hesab ji van tirsonekan bipirsin.

Gelê me ji van tirsonekan bêhtir bi wêrekî tevgeriya ye û tirs têk biriye. Ev hêzên ku xwe berdane nava dewletê, dadgeriyê û medyayê, ku ji tirsa nikarin serê xwe jî rakin, wê di nava rûpelên dîrokê de weke cihê şermê, bên binavkirin. Ez, kesên ku di nava dadgerî û medyayê de ne û rûmeta xwe ya sekna adîl diparêzin, naxim nava van.

Li dijî me sûcekî gelekî giran hat kirin û hê jî tê kirin. Haya hemû dadgeran jî ji vê heye. Lê belê ji ber ku hin jê ditirsin, serî tewandine. Banga min li wan ew e; ku qet nebe rûmeta xwe rizgar bikin, îstifa bikin, biçin mala xwe û li odeyekê bitirsin. Qet nebe bi vê tirsonekiya xwe hûnê zerarê nedin kesî.

Ez bi dehan mîlyon welatiyê me yên wêrek ên ku di nava van şert û mercan de hem li hundir hem jî li derve teslîm nabin û li ber xwe didin, pîroz dikim. Siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ji aliyê berxwedêra ve tê diyarkirin û hê jî berxwedêr siberojê diyar dikin.

Ez bang li her kesî dikim, ku di referandûmê de vê tirsê têk bibin, bi vî rengî biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Wêrekî têgerîn e. Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî, endamên AK Partî, CHP, MHP, HDP, em her kes dest bidin hev û cesaretê bidin hev. Piştrast bin; başî û qencî wê bi ser bikeve, em ê bi ser bikevin. EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN."