Demîrtaş: Ew ê yan demokrasî bi ser bikeve yan jî rejîma yek zilam

Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê ya demokrasî yan jî ew ê rejîma yekzilamiyê bi ser bikeve.

Demîrtaş diyar kir ku meseleya herî krîtîk ev e ku HDP bendê derbas bike û xwest kesên hê biryara xwe nedane û HDP’ê nas nakin, werin qanihkirin. Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe pirsên Medya Haberê bersivand.

Demîrtaş diyar kir ku ji ber teqandina krîzeke ekonomîk AKP hewl dide hilbijartineke pêşwext li dar bixe. Demîrtaş got ku, “Polîtîkaya wan a şer a li derve û hundir, polîtîkaya wan a ekonomiyê ya ku xwe dispêre talanê, dike biteqe. Bi biryara hilbijartina pêşwext dixwazin vê krîzê taloqî piştî hilbijartinê bikin. Ji bo ku karibin desthilatdariya xwe rizgar bikin hewl didin di şertê Rewşa Awarte de encamê bistînin.”

‘HILBIJARTINA ŞIKESTINÊN MEZIN YAN JÎ YA FIRSENDAN…’

Demîrtaş bal kişand ser vî tiştî ku di qada siyasî de ew ê şikestinên mezin û firsendên mezin derkevin holê û got, “Heke AKP têk biçe, ew ê eniya mûxalefetê firsenda pêngava demokrasiyeke nû bi dest bixe. Heke hêzên demokrasiyê vê rewşê baş binirxînin ew ê pêşiya hin pêşveçûnên demokratîk vebe. Lê heke desthilatdariya AKP’ê bidome, Tirkiye ew ê têkeve bin hukmê rejîma yekzilamiyê. Ji ber vê jî, ev hilbijartin ew ê krîtîk û girîng be.”

‘MESELEYA KRÎTÎK EV E KU EM BENDÊ DERBAS BIKIN’

Demîrtaş diyar kir ku wan bêtir bala xwe dane ser derbaskirina bendê û got, “Encamên Tifaqa Milletê jî ew ê girîng be. Bi mûxalefeteke mezin ew ê pêşiya Tirkiyeyê were vekirin. Di vê derê de meseleya herî krîtîk ev e ku HDP bendê derbas bike û têkeve parlementoyê. Yan na ew ê mûxalefet têk biçe.”

Demîrtaş diyar kir ku kesên hê biryara xwe nedane û yên ku HDP’ê nas nakin divê werin qanihkirin. Demîrtaş bal kişand ser vî tiştî ku ew ê AKP hejmara zêde ya li parlementoyê ji dest bide û ew ê hilbijartinên Serokkomariyê jî bimîne ji tûra 2’emîn re.