Demîrtaş: Em niha di pêngava yekemîn ya pêvajoyê de ne
Demîrtaş: Em niha di pêngava yekemîn ya pêvajoyê de ne
Demîrtaş: Em niha di pêngava yekemîn ya pêvajoyê de ne
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê PYD’ê Salİh Muslİm di konfreansa navnetewî ya Rojavayê Kurdistanê de civînek çapemeniyê pêk anîn. Demîrtaş got, çareseriya pisgirêka Kurd 3 pêngavên wê hene û diyarkir ku, “Em niha pêngava yekemîn, dewreya amadekariyê de ne. Ji bo vê jî em li bende banga Ocalan ya vekişînê ne.”
Di navbere konferansê de Salih Muslim û Selahattîn Demîrtaş pirsên rojanemgeran bersivand. Salih Muslim pirsên di derbarê têkiliyên rejîma Esad û muxalefeta Sûriyeyê de bersivand û got: “Bi hêzên rojava re têkiliyên me hene. Lê dibe ku bê şensî be; hêj me dest bi xebatan nekir, li hemberî me antî-propaganda hat kirin. Di serî de jî Tirkiye tê. Îdia dikir ku, em girêdayê PKK û alîgirên rejîmê ne. Ji ber vê em diçin ku derê em di derbarê xwe de agahiyan didin.
HEVDÎTINÊN ME BI TIRKIYEYÊ RE TUNE NE
Muslim destnîşan kir ku, şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi biryara Komkara Ereban zêde bûye û wiha pê de çû: “Êrîş ruyê rejîma Sûriyeyê ye. Rejîmê berê behsa azadî û demokrasiyê dikir. Niha şerê tê meşandin yê rejîmê ye. Li aliyekê rejîmek naxwaze biçe heye li aliyê din rejîma li dijî vê têdikoşe heye. Em xwe li dij du rejîman diparêzin.
Muslim li ser pirsa; hevdîtinên we Tirkiyeyê re hene ? jî wiha got: “tiştek wisa ne mijara gotinê ye. Davutoglu carna bi riya çapemeniyê peyaman dişîne, em jî dîsa li ser çapemeniyê bersivê didinê. Muslim wiha got: “muxalefeta ereb naxwaze mafê kurdan di makeqanûnê de cih bigire. Divê parastina demokrasiyê bê kirin. Ger kesê ku demokrasiyê biparêze tunebe, wê demê dê demokrastî ji kokê tune bibe. Yê ku biparêze gele. Ji ber vê jî me hemû gel bi rêxistin kiriye.
DEMÎRTAŞ: PÊVAJO SÊ PÊNGAVE
Selahattîn Demîrtaş jî di derbarê pêvajoya Tirkiyeyê de pirs bersivand. Demîrtaş da zanîn ku, pêvajo ji 3 pêngavan pêk tê û wiha got: “Niha em pêngava yekemîn de ne. Ev jî pêngava amadekirinê ye. Ger ev amadekarî têr bê organîzekirin , em li benda banga Ocalan a vekişînê ne. Pêngav wiha ne; şûnde vekişîn, reforma makeqanûnî û bi çek danînê re pêvajoyeke normal.
NIHA AGIRBESTEK DU ALÎ HEYE
Demîtaş got, niha agirbeteke du alî heye û got: “Pirsgirêka herî mezin a pêvajoyê pirsgirêk ewlehiyê ye. çareserkirina vê jî ne hêsane. Herî kêm em dixwazin bi pêngavên pratîk yên saxlem biçin çareseriyê.
Demîrtaş da zanîn ku, bi van sê pêngavan jî pirsgirêk nayê çaresekirin û got: “Em bawerin ku dê bi vê hikûmetê re çareserî pêk were. Ji ber ku çareserî ne bi dostan re bi kesên ku şer pê re tê kirin re çêdibe.”
DIVÊ ALMANYA POLÎTÎKAYA XWE YA KURDAN BIGUHERE
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Almanyayê di du rojên dawî de ji 10’an zêdetir hevdîtin hatin kirin. Me bi wezîrê karê derve û gelekên din re hevdîtin kir. Hewcedariya Almanyayê bi polîtîkayeke nû ya kurdan re heye.”