Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, nehişt ku destên wî bên kelepçekirin û ev zext şermezar kir. Ji ber vê yekê jî tevlî rûniştina dozê nehate kirin. Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe peyamek weşand.
Li gorî nûçeya dîhaberê, Demîrtaş di peyama xwe de wiha dibêje: "Min duh gotibû, eger tevlî rûniştinê neyêm kirin, divê were zanîn ku sedema vê yekê ew e; ku min qebûl nekiriye li wesayita rîngê destên min kelepçekirî be. Ez hê jî parlamenterekî wezîfedar im ku mafê min ê destnedanê dewam dike. Ez vîna gel temsîl dikim. Helwesteke li dijî qanûn û exlaqê ye ku mirov di rêwîtiyeke dirêj de li wesayita rîngê destkelepçekirî bimînin. Ji ber ku min qebûl nekir destên min bi kelepçeyê bên girtin, danê sibehê saet di 04:00 de ji ber deriyê girtîgehê, bêyî ku li wesayita rîngê bêm siwarkirin, min vegerandin hucreyê. Di dosyayeke wiha de ku divê li gorî wê ne girtî bim, mafê min ê darizandina adîl hate astengkirin. Di dosyaya din de ku li gorî wê girtî me, tevî ku 8 meh di ser re derbas bûye hê roja ku dadgeh lê bê danîn û bêm darizandin ne diyar e. Di nava her şert û mercî de em ê li dijî bê edaletiyê li ber xwe bidin û vîna gelê ku em temsîla wan dike, biparêzin."