Demîrtaş: Em ê projeyên HES’ê betal bikin

Namzetê Serokkomariyê yê girtî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê rexne li polîtîkayên enerjiyê yê AKP’ê anî û got, ‘’Em ê  projeyên HES’ê ku bi projeyên santralên nukleerê ziyanê didin raçînka dîrok, çand û sirûştê betal bikin.’’

Parvekirinên Demîrtaş wiha ne:

Yek ji sedema sereke ya nehevsengiya aborî û ferqa carî ew e ku pêgirîbûna bi enerjiya derve ye. Hema hema temamiya petrole û xaza sirûştî bi dowîzê tê standin. Mezaxtina fosîlan ku ziyana mezin hem dide bêrîka me û hem derdorê divê em ê kêm bikin.

Gava vê ya pêşî wê ew be ku panêlên ku bi enerjiya rojê elektrîkê çêdikin li hemû Tirkiyê were danîn. Di nav 5 salan de em ê werin rewşeke cuda ku pêdiviya xwe ya elektrîkê bi rojê dabîn bikin.

Em ê projeyên HES’ê ku bi projeyên santralên nukleer ziyanê didin raçînka dîrokî û çandî, sirûştê betal bikin. Li welatekî wiha ku ev çend ji rojê sûd werdigire, em ê destûrê nedin ku ev derfet wiha bibin ziyan û trilyon ji bo veberhênena santralên nukleer werin veqetanin û li ser siberoja me taloke werin çêkirin.

Em ê dawî li wan lêçûnên zêde yên ji bo luksê û wurşeyê. Mînak em ê projeya qesra haînî ya li Marmarîsê, ku bû sedema birîna bi sed hezaran daran betal bikin û herêmê bînin ser halê berê. Di vê mijarê de ricayeke min wê ji we hebe.

Tê gotin ji bo qesra havînî 400 hezar dar hatin birin. Ne li Marmarîsê jî be, ez rica dikim, li kûdera Tirkiyê jî be, her esek şitlekê deyne û em komkujiya daran a ku înşeata qesra havînî bû sedema wê, kêm bikin.

Ji bo kampanyaya hilbijartinê heta niha min ji we tiştekî taybet rîca nekiriye.Bihesibînin ku hûn beşa xwe didin hesabê min ê kampanyayê. Her yek ji we şitlekî deynin, wêneyê wê bigirin û li ser hesabê medyaya sosya ji min re bişînin. Hûn bixwazin li ber mala xwe deynin lê ji kerema xwe wê şitlê deynin.

Her ku şitla we bejn da xwe, bila biratiya me, demokrasi, hêviya me, xeyalên me jî bejnê bide xwe. Ji bîr nekin, ava heyatê jî bidin ber şitlê, naxwe wê rayên xwe bernede bi kûrahiya axê de. Wê hêvî ziwa bibin. Aveke heyatê bidin ber siberoja we jî. 1 deng ji HDP’ê re 1 deng ji Demîrtaş re, ji bo ku hêvî ziwa nebin.’’