Demîrtaş: Em bendê derbas bikin wê aramî were welat

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku heke partiya wî HDP bendê derbas bike, ew ê aramî were Tirkiyeyê û got, “Dengê xwe nedin dîktatoriyê, bidin demokrasiyê.”

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da.

‘NÎŞAN BIDIN KU WELAT Ê GEL E’

Peyamên Demîrtaş wisa ne:

“Di kampanyaya hilbijartinê de roja me ya dawîn e. Divê her kes heta saetên dawîn xebatên xwe bidomîne. Kesên ku naxwazin biçin ser sindoqan divê di vê dîroka me ya siyasî de berpirsyariyê bistînin.

Ew ê dengê we pêşiya demokrasiyê veke. Bi dengên xwe hûn rê li ber siyasetê vekin, nîşan bidin ku welat ne yê yekzilamiyê ye, yê gel e. Bi dengên we ew ê dahatûya azad û bextewar a zarokên me wê were mîsogerkirin.

JI CIWANAN RE: TIRKIYEYÊ AVA BIKIN

Hevalên ciwan ên ku ew ê cara pêşîn dengê xwe bidin, hûn ê qedera vê hilbijartinê diyar bikin.  Dema ku Tirkiyeya demokratîk hate avakirin, ji bo ku hûn bikaribin bibêjin “Tevkariya min di van rojên aram de heye”  dengê xwe bidin demokrasiyê.

We hemûyan kedeke mezin da. Bi fedakariyeke mezin, we xebat anî asteke girîng. Sibê biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.

‘JI BO KU ARAMÎ WERE TIRKIYEYÊ..’

Heke HDP bi piştgiriya we bendê derbas bike, nexwe aramî wê were Tirkiyeyê. Bi her dengê ku hûn ê bidin HDP’ê hûn ê dengê xwe bidin aştî û demokrasiyê. Ew ê dengê xwe vala neçe.

DI SAET 17.50’AN DE LI TRT HABERÊ

Îro saet di 17.50’an de li ser ekranên TRT Haberê ez ê cara dawîn bangî we bikin. Ez bawer im hûn ê sedemekê bibînin ku hûn dengê xwe bidin min û HDP’ê. Ez spasiyên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim . Êvarî em ê hev bibînin.”