Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlên li gundê Zergelê da û diyar kir ku ew ê heyetê bişînin cihê komkujî lê hat kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya civîna hevserokên bajaran li Navenda Giştî ya HDP'ê bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de.
Demîrtaş bibîr xist ku Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Zergelê piştrast kiriye û got, "Em ê heyetê bişînin cihê ku komkujî lê hat kirin. Demîrtaş wiha axivî: "Di pêvajoya ku me bi gotina bila dayik negirîn daye destpêkirin de, ji bo desthilatdariyê em ketine pêvajoya ku her roj dayik digirîn."
Demîrtaş têkîldarî mijara girtina partiyan jî ev nirxandin kir: "Min negotiye wê bê girtin. Hewldana girtinê heye. Dibêjin 'eger em bikaribin dozê vekin, em ê pereyên hezîneyê ji wan bistînin'. Eger partiyeke hebe der heqê wê de lêpirsîn divê were vekirin, ew jî AKP ye. Yên ku komkujiyên Roboskî, Gezî kirin, 134 zarok li kolanan qetil kirin û bi vî yekê serbilind in ew in. Yên ku her roj çekan dişînin derveyî welat û alîkariyê didin rêxistina terorê ya DAIŞ’ê ew in." Demîrtaş anî ziman ku Dadgeha Bilind der heqê partiya wan de ti doz venekiriye.
BANGA LI DAVÛTOGLÛ
Demîrtaş ji bo pirsa "Hûn çûn Qendîlê?" ev bersiv da: "Ew der cihekî ku her roj ji aliyê balafirên şer ve tê bombebarankirin û sivîl tên qetilkirin e, em çawa heyetê bişînin?. Demîrtaş ragihand ku divê PKK û dewlet bilez destên xwe ji tetîkan bikişînin. Demîrtaş destnîşan kir ku di pêvajoya her roj mirin rû didin de meşandina polîtîkayê zehmet e û eger civaka Tirkiyeyê dengên xwe bilind bikw wê aştî pêk bê. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Serokwezîr her roj derdikeve gotina 'heta Qendîl dipdûz bê kirin operasyon bidomin' bi kar tîne li şûna vê divê bibêje em ê berê çekên xwe nedin yên ku gule bernade me. Mirovên ku jiyana xwe ji dest dane hemû yên me ne, berpirsyarê darbestên li vî welatî desthiladariya siyasî ye."
Demîrtaş da xuyakirin ku divê di demeke kin de pêvajoya diyalogê ji nû ve destpê bike û anî ziman ku AKP civakê wekî alîgirên şer û alîgirên aştiyê dikin du beş û nirxandina "Hemû civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Ji bilî qesrê û derûdora wan hemû kes aştiyê dixwazin. Bila ti kes bi kîn û nefret nêzîk nebin, ev roj jî wê derbas bibe" kir.