Demîrtaş: Divê aştî li ser edaletê were avakirin

Hevserokê HDP’ê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da û bal kişand piştî daxuyaniya Davûtoglû ya “Em ê wan tine bikin” balafirên şer di bombebarana xwe de sivîl hedef girtine.

Hevserokê HDP’ê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da û bal kişand piştî daxuyaniya Davûtoglû ya “Em ê wan tine bikin” balafirên şer di bombebarana xwe de sivîl hedef girtine. Demîrtaş nerazîbûn nîşanî sekinandina cenazeyan jî kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li meclîsê bi serokên Yekîtiyên Borseyê û Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên ji bajarên cuda cuda hatine re hevdîtin pêk anî.

'AKP BERSIVA ERÊNÎ NADE BANGÊN ME'

Demîrtaş got, “Pêwîste rûyê qirêj ê siyasetê bê guhertin. Siyaseta ku ne di xizmeta gel de be siyaseta qirêj e. Ji aliyê kê ve bê kirin bila bê kirin. Gel diçe ser sindoqê, biryarekê dide, rêznedayîna vê jî qirêjî ye.”

Demîrtaş diyar kir, ji bo bidawîbûna pêvajoya pevçûnê ya didome çi ji destê me were em ê bikin û wiha dewam kir: “Mixabin heya niha hikûmetê bersivek erênî nedaye bangên me. Pêwîst e em jî bibiryar bin, lê em nêzîkatiya Serokwezîr a “Em ê wan tine bikin” jî bi fikar pêşwazî dikin. Vaye we got em ê wan tine bikin – beriya niha dîmen derketin – di bombebarana balafirên şer de gundekî sivîl hatiye hedefgirtin û di malekê de ji wan jinek ducanî 10 kes hatine qetilkirin. Di şer de leşker, polis, gerîla û sivîl tên kuştin. Wê ev êş çawa bin? TIR û kamyon têne şewitandin, em van tiştan qet nikarin bipejirînin. Ma ev wesayît ê kê ne? yên min in , yên te ne.

'HEQARET LI CENAZEYAN TÊ KIRIN'

Li milekê wê li sînor cenaze bêne sekinandin, wê li mile din jî wê hewl bê dayîn ku cenaze bêne şewitandin, ma ev dibe? Kesê ku nikaribe bibêje êşa her cenazeyekî ya me ye, wê çawa bikare bibêje em xwişk û bira ne. Li milekî wê li Şirnexê goristan bê bombekirin, li milê din jî emê bibêjin em bira ne. Bi taybetî ez ji Serokwezîr rica dikim, 6 rojin heqaret li cenazeyan tê kirin, bêrêzî li hemberî cenazeyan di olê me de tine ye. Em nikarin ferq û cudahiyê bixin nava êşan de. Êşa dayik û bavekî li gorî unîformaya zarokê wan nayê guhertin. Erebbûn, Kurdbûn, Tirkbûn êşê naguhere. Pêwîste feraseta li şûna ku em zarokên xwe fedabikin, em kursiyên xwe feda bikin bicih bibe. Eger ku weke ku hikûmet yekalî bike ji wir aşitî dernakeve. Eger ku aşitî li ser edaletê bê avakirin bilind dibe. Aşitî li ser heqîqetê tê avakirin. Raste rojên zor û zehmetin, lê dema em destên hev digirin, divê pirs nekin ka Kurd e yan Tirk e. Divê em temaşe nekin ka deng daye AKP’ê yan nedayê. Eger ku hûn şev û roj HDP’ê ji mirinan berspirsyar bibînin piştre nabe hûn rabin bibêjin em birane. Wê ji 6 milyonan zêdetir kesên ku deng dane HDP’ê bibêjin her roj ti heqaretê li me dikî.”