Demîrtaş dîsa nehate tehliyekirin

Ji bo ku Selahattîn Demîrtaş ê ku niha girtiye îtîraz hatibû kirin, da ku Demîrtaş were tehliyekirin. Ev îtîraz jî hate redkirin.

Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê derbarê redkirina tehliyekirina Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di 22’ê Gulanê de îtîraz kiribû. Ev îtîraz jî hate redkirin.

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku îtîraza wan jî hatiye redkirin. Karaman diyar kir ku, “Îtîraza me ya têkildarî tehliyenekirina Demîrtaş ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 20’emîn hate redkirin. Tekane rêya me ev e ku bi daxwaza tevdîrê divê em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bixin.”