Demîrtaş di parastina xwe de daraz rexne kir

Duyemîn rûniştina doza endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Selahattîn  Demîrtaş li salona Kampûsa Girtîgeha Sincanê dewam kir.

Doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kir. Piştî navberê Demîrtaş parastina xwe dewam kir. Demîrtaş di beşa duyemîn a dozê de, rexneyên xwe yên di civîna koma HDP'ê de li Cemaeta Gulen kiribû dubare kir.

Demîrtaş di parastina xwe de ev tişt got:

"Niha van zilaman (kesên girêdayî Cemaeta Gulen) fezlekeyên ku der barê min de amade kirine xistine îdianameyê. Hûn jî li wir ji min re dixwînin. Qe nebû bila wekîlekî ew fezlekeyên ku 12 dozgerên  FETO'yê amade kirine lêkolîn bikarana. Berî ku we wekîlek bigirta, berî ku we bi rûmet, siyaset û îtibara wî bileysta, we mêze kira, me jî ji darizandina we bawer bikira.

Min di sala 2012'an de di axaftina xwe de: 'Di ekîba Gulen de, kadroyên wî dibin walî, dozger, polîs, wekîl, wezîr û mamoste. Li her derî bi hişmendiya Gulen tev digerin. Bi rêxistinên hurreyî yên ku bi fermana Gulen hatine avakirin, her derî bi rêve dibin. Hûn bawer dikin ku Waliyê Amedê bi tena serê xwe biryaran digire. (Wê demê Huseyîn Avnî Mutlu Waliyê Amedê bû)

Axaftina min a 29'ê Mijdarê ya 2013'an: 'Walî heta li rektor, qaymeqaymên kadroyên bingehîn ên cemaetê neşêwire, nikare biryarê bide. Ez meraq dikim, çend walî vê hêzê di xwe de dibînin. Beşeke mezin a miduryeta emniyetê beyî serî li endamên veşarî yên cemaetê yên li herêmê nede dikare biryaran bigire?

Dema min ev axaftin dikir, dozgerê cemaetê û emyetê temaşe dikir. Cihê ku min daxuyaniya çapemeniyê dida kamerayeke li wir ya emniyetê bû. Yê ew kamera digirt jî endamê cemaetê bû. Wan datînî pêşiya dozger. Hikumetê heqaret li ser heqaretê li me dikir.

EZ DADGERÊ WÊ DADGEHÊ BÛMA EZÊ BIKEVIM BINÊ ERDÊ

Em hatin girtin. Em 3'yemîn partiya mezin a li parlamentoyê ne. Cihê me yê protokolê heye. Hêj em hatibûn girtin û nehatibûn girtin Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, xwest navê me ji pergala Dadgeha Bilind bê derxistin. Hevrêyên me ji Dadgeha Bilind re nivîs nivîsin. Hêj bi fermî peywira me hevserokatî bû. Hêj ji Dadgeha Bilind bersiv tune. Dadgeha Bilind hukmê der barê me de biriye. Em sûcdar îlan kirine.

Hevrêyên min mizgîniyek dan min, Birêz Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê rojnameger Denîz Yucel de gotiye ku 'Wê heta çend rojan agahiyên baş bên.' Ez dadgerê wê dadgehê bim, ezê bikevim binê erdê."

Bi hinceta wê parastina Demîrtaş dirêj bajo, heyeta dadgehê beşa duyemîn a danişîna dozê taloqê sibê kir.

Wê rûniştna dozê sibê di seat 09.30'an de dewam bike.