Demîrtaş: Dengek dikare gelek tiştan biguherîne

Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser hesabê xwe xwe yê twîtterê daxuyanî da.

Peyamên Demîrtaş wisa ne, yên ku îro par ve kiriye.

Di navbera demokrasî û ekonomiyê têkiliyeke yekser heye. Welatên ku nikarin demokrasiyeke xurt ava bikin jî dikarin dewlemend bibin. Lê bi tenê rêveber û elît. Lê li welatên ku demokrasiya wan xurt e, her kes dikare dewlemend bibe. Heke demokrasî tune be, nan ji hejaran re jî tune.

Heke hikumeteke şeffaf tunebe ya ku hesap dibe û destûra wê ji kontrolkirinê re heye, mezinbûna di warê aboriyê de bi tenê hin kesên derdora desthilatdariyê dike trîlyoner. Kesên derdora rêveberiya AKP’ê nîşana vî tiştî ye. Baweriyê bi wan kesan neynin ên ku beriya demokrasiyê ji we re qala kar dikin.

Demokrasî ne bi tenê nanê we, rûmet, nasname, şêwejiyan, bawerî, xweza û çanda we jî diparêze. Temînata aştiya civakî ye. Bêyî demokrasî aştî jî pêk nayê, hizûr jî. Bêyî aştî nan jî tune. Hemû girêdayî hev in.

 

Ji ber vê jî em herî zêde dibêjin aştî û demokrasî. Em dikarin hemû kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin. Meclîs ji bo vî tiştî hene, hikumet ji bo vî tiştî hene. Hûn jî ji bo vî tiştî diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Em ê meclîsê bikin cihê ku hemû kêşe lê tên çareserkirin.

Kesên ku dengê xwe didin partiyên din, ne dijminê me ne. AKP’ê herî zêde ev zirar da. AKP’ê bira kir dijminê birayan, cîran kir dijminê cîranan. Kesên ku deng nadin min û partiya min jî xuşk û birayê min in.

Em bi hev re dikarin vê hewaya qirêj paqij bikin. Em dikarin li derdora rêbazên demokrasî û aştiyê pişta Tirkiyeyê rast bikin. HDP ji bo vê hevkariyê heye. Bi dengên xwe, me peywirdar bikin.

Dema ku em bi dengên we, werin ser kar em ê ji bo demokrasî û aştiyê gavên xurt biavêjin. Em ê Tirkiyeyê bikin modeleke xurt a welatê aştiyê. Wê demê kesên ku ji bo kar çûne derveyî welat jî ew ê vegerin.

Welatê me ne li cemserên cemedan e û ne jî li çolê ye. Axa me gelekî dewlemend e. Li gel vî tiştî jî welatê me gelekî hejar e. Em xwediyê xezîneyên mezin ên cîhanê ne, lê em hejar in. Em ji vê rewşa beloq re nebêjin êdî bes e?

We li welatên pêşketî dîtine ku dibêjin ‘me rê çêkir, me pir çêkir’? Peywira desthilatdariyan ev e ku xizmetan çêbike. Ev şerm e ku bi peywira xwe, xwe bipesinînin. Tu yê bibêjî qey bi meaşê xwe ev tişt kiriye.

Dengê xwe nedin kesên ku henekên xwe bi aqilê we dikin. Dengek dikare gelek tiştan biguherîne. Bi milyonan deng wisa tên ba hev. Bi tenê bi te re diguhere. Bibêjin dengek ji Demîrtaş re û dengek ji HDP’ê re û ji xeynî kek û simîtan tiştên xweş jî bixwin.

Teqez biçin ser sindoqan. We bi xwe dît ku kesek dixwaze HDP’ê di binê bendê de bihêle. Dengê xwe bidin HDP’ê û van xapandinan têk bibin. Dengê xwe bidin HDP’ê û bila welatê me bi ser bikeve. Bi hêviya ku em rojên xweş bibînin, ez we hemûyan  bi rêz û hurmet silav dikim.