Demîrtaş: Dema Erdogan diqede; hêvî em in

Demîrtaş da xuyakirin, ku dema Erdogan wê biqede û ew ê serî li ber hewldana tesfiyeyê netewînin. Demîrtaş diyar kir, gelek parlamenter wê ji 'rakirina destnedanê' re bêjin 'na'.

Demîrtaş da xuyakirin, ku dema Erdogan wê biqede û ew ê serî li ber hewldana tesfiyeyê netewînin. Demîrtaş diyar kir, gelek parlamenter wê ji 'rakirina destnedanê' re bêjin 'na'. Demîrtaş got, "Bila Tirkiye ti carî hêviya xwe winda neke. Hêvî em in."

Civîna Koma HDP'ê ya li Meclîsê, ji ber destpêkirina nirxandina mafê destnedanê, îro bi beşdariyeke girseyî pêk hat. Ji bo piştevaniya HDP'ê Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt û ji Tirkiyeyê jî gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civîna komê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma xwe de mijarên di rojevê de nirxand. 

Demîrtaş bal kişand teqîna 12'ê Gulanê ya li gundê Sarikamiş ê navçeya Hênê ya Amedê, navên kesên ji ber teqînê mirin yek bi yek xwend û ji bo xizmên wan sersaxî xwest. 

'OCALAN Û PKK LI GORÎ MUTABAQATÊ TEVGERIYAN, LÊ ERDOGAN HEMAN NÊZÎKATÎ NÎŞAN NEDA'

Demîrtaş têkîldarî destnedana parlamenterên HDP'ê wiha axivî: "Li dijî gel darbe tê kirin. Ev yek parçeyek ji darbeya 8'ê Hazîranê ya Qesrê ye. Hevdîtinên li Îmraliyê gelekî hatin nîqaşkirin. Li Îmraliyê yan li Dolmabahçeyê daxwazeke çawa hebû ku nexwest vê bi cih bîne û mase hate qelibandin? Gelo ev hate eşkerekirin. Na. Ji bo qelibandina maseyê gelo hincetekî te yî çawa hebû? Yên ku vê pirsê nepirsin wê bersiva rast jî nebînin. Ji ber ku tişta jê dihat xwestin parçeyekî welat nebû. Welat ber bi şer birin nebû. Ji bo qanûneke esasî ya demokratîk çekdanîna PKK'ê bû. 

Ji Erdogan tiştekî cuda nehat xwestin. Çima mase qeliband? Ne îxtidarê ne jî Qesrê heta îro ev eşkere nekirine. Daxwaza wan bîatkirina rejîma dîktatoriyê bû. Dema ku fêm kirin wê nikaribin vê pêk bînin mase qelibandin. Birêz Ocalan û PKK li gorî mutabaqatê tevgeriyan. Gotin em amade ne ku çekan daynin. Lê ji ber ku wê nikaribû bibe yek zilam mase hate qelibandin. Ma ji vê zilamê wê hesab neyê pirsîn? Li Tirkiyeyê rojnamevanekî wêrek pirsa ku we çima mase qeliband kir gelo? Her roj eqwas qala şehîdan tê kirin, rejîma xwe ya dîkta ava dikin. Gelo kesek vê pirsê ji wan neke? Me kir. Ji bo darbeyê rakin me ev pirs kir. Îro sedema nîqaşkirina destnedanê ev e. Ji ber ku tekana hêza pêvajoya darbeyê da rawestandin em in. Di rojên ku Erdogan xwest Qesrê înşa bike em li ser piyan man û me li ber xwe dan. Me got em ji dîktaya yek zilamî re dibêjin na. Ji bo vê yekê me li ber xwe da. Sedema hedefgirtina HDP'ê jî ev e."

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de dîsa bal kişand li ser nêzîkatiyên Erdogan û wiha got:" Kesê ku dixwaze destnedanê rake xwedî dozeke bîrdozî nîne. Pisporiya wî rant bi destxistin û belavkirina rantê ye. Bi vî rengî li dora xwe komeke şelaf ava kiriye, siyasetmedarekî qesabayê yê bi vî rengî ye."

'YÊN DESTNEDANA ME NÎQAŞ DIKIN, WÊ SIBÊ HALÊ XWE BIBÎNIN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku Erdogan dixwaze sedsala pêş xwe bi serê xwe bi rêve bibe û wiha got: "Ev mirov dixwaze di vê sedsalê de bibe mirovê bi tenê. 14 sal in heta niha gotinek aydî wî tine ye. Dema AKP hat avakirin ji aliyê aqilê hevpar ve hat rêvebirin. Lê 14 sal in li ser navê AKP'ê tiştek jî tine ye. Ti fikr û projeyên aydî wan tine ye. Ji ber vê yekê potensiyela wan a rejîmekê ava bikin tine ye. Em behsa serdema Erdogan dikin. Piştî Erdogan serdema wî bi dawî dibe. Pergalek mayînde ava nekiriye. Wê bêjin 'Erdogan di dîrokê de serokê herî despot bû. Ev derdoren wî yên şeq şeq, wê halê xwe bibînin. Kesên îro destnedana me erê bikin wê sibê halê xwe bibînin." 

'ROJEK WÊ BÊ, EW Ê BI TENÊ BIMÎNIN'

Demirtaş, polîtîkayên Erdogan ên li hemberî AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku rojek wê bê ew ê ji ber van polîtîkayên xwe bi tenê bimîne û got: "Serokwezîrê qulipî yê bê cube Ahmet xoçe heye ya, ew jî tehamul nekirin. Serokwezîrê ji bo wan ê herî heqîqî bû. Ew jî xaîn îlan kirin. Me ti carî li hilbijêrên xwe îxanet nekir. Me her dem hewl da ku layiqî hilbijêrên xwe bin û wekî wan wêrek bin. Eger ji ber vê yekê destnedana me rakin em pê serbilind in. Em di şexsê gelê xwe de vê vînê diparezin. Em ne meftunê kursiyê ne. Em ji bo kursiyê heval û hilbijêrên xwe nafiroşin." 

'DIVÊ TIRKIYE TI CARÎ HÊVIYÊN XWE WINDA NEKE'

Demîrtaş, tekîldarî nîqaşên îro li ser destnedanê bên kirin jî rawestiya û got: "Em bawer dikin ku gelek wekîl wê ji vê polîtikaya "Bê îtîbariyê re" bêjin "Na" Em ji darizandinê natirsin. Yên bêjin erê wê têkevin bin webalê. Divê Tirkiye ti carî hêviyên xwe winda neke. Ji ber ku hevî em in. Yên li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin hûn in. Hêviyek heye. Divê li hemberî vê heviya heyî kes reşbîn nefikirin. Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek ji ber axaftina xwe hat girtin. Tenê axaftina wî hincet nîşan didin. Ji ber ku ferman ji jor de hatiye. Ji ber vê yekê siyasetmedarên HDP û DBP'ê digirin. 

Demîrtaş, herî dawî anî ziman ku wan pişta xwe neda "Zixrê destnedanê" û neketin nava siyasetê û wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Ez qet nehatime girtin û di nava hevalê xwe de yê herî kêm bedel daye ez im. HDP bi sekna xwe rêya rast da pêş Tirkiyeyê. Me partiya xwe bi kesan ve girê neda. Ev pêla ku me ava kiriye wê rê li pêşeroja Tirkiyeyê veke. HDP wê bibe partiyek bi hêz û partiya pêşeroja Tirkiyeyê."