Demîrtaş: Bila kes nebêje Ocalan di hawiza vala de avjeniyê bike
Demîrtaş: Bila kes nebêje Ocalan di hawiza vala de avjeniyê bike
Demîrtaş: Bila kes nebêje Ocalan di hawiza vala de avjeniyê bike
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku dewlet, rol û misyona ku gelê Kurd û PKK li ser Ocalan bar kiriye baş dizane û wiha got: "Ji ber vê yekê divê berî her tiştî dewlet nêzîkatiyên xwe ya li hemberi birêz Ocalan baş bike. Birêz Ocalan di nava van şert û mercan de dê çawa karibe muzakereyan pêş bixe. Birêz Ocalan bi xwe jî dibêje ez nikarin di hawiza bê av de avjeniyê bikim. Bila kes ji birêz Abdullah Ocalan nexwaze ku di hawiza vala de avjeniyê bike. "
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civina Navenda Lêkolîna Civakî ya Dicleyê (DİTAM) a bi boneya pevajoya çareseriya demokratîk ku di pirsgireka Kurd de rolek çawa dîtiye niqaş bikin, bi navê Diyalogên TİGRİS'ê pêk anî. Civîna diyalogê li Otela Gren Parkê pêk hat. Di civîna bi navê "Civînên Tigrisê û pêvajoya çareseriyê" pêk hat de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Akademisyen Mîthat Sancar û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Hat diyarkirin ku dê civîna duyemîn a diyalog û çareseriyê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergin re pêk bê.
Di despêkê de Serokê DÎTAM'ê Mehmet Kaya axivî û wiha got: "Ji bo em rewşa pêvajoyê û bi aliyên pêvajoyê dimeşînin re hevdîtin pêk bînin em vê civînê pêk tînin. Berê jî di navbera gelê Kurd û Tirk de ev hevditin pêk hatin. Em vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin erênî dibînin. Em vê pêvajoya ku birêz Ocalan û Erdogan daye destpêkirin pir girîng dibînin. Ji bo ev pêvajo pêş bikeve çi bikeve ser milê me em dê bikin. Em dê hemû berpirsiyariyê bidin ser xwe. Ji bo di vê pêvajoyê de aştî pêş bikeve divê diyalog pêş bikeve."
Kaya, xwest pirsgirêka Kurd weki pirsgirêka ewlehiyê neyê dîtin û pirsgirêk wekî pirsgirêka siyasî, çandî û civakî bê dîtin.
'JI HEBÛN Û TUNEBÛNA KURDAN EM HATIN ÎRO'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ew ji pêvajoya ku niqaşên "Kurd hene ya na? hatin pêvajoya îro û wiha got: "Niha em niqaşa Kurd dê di siyaseta Rojhilata Navîn de cihekî çawa bigirin niqaş dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan însiyatif girtin dest û ev pêvajo di meha cotmehê de dan destpêkirin. Îro heyetên me yên siyasî diçin îmraliyê û tên. Heyetên dewletê jî diçin Îmraliyê û tên. Hemû heyetên bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk tînin hemû di bin qeydan de pêk tên. Wê roj bê hemû qeyd ji aliyê her kesî ve bê temaşekirin."
'DIVÊ HEMÛ KESÊN XWEDÎ AQIL PIŞTGIRIYÊ BIDIN VÊ PÊVAJOYÊ'
Demîrtaş, destnîşan kir ku ev hevdîtinên tên kirin pir giringin û wiha berdewam kir: "Pir girîng e ku em bi muxatabên pirsgirêkê re hevdîtin bikin. Ger ku mirov dest bi karekî kir divê wî karî biqedîne û çareser bike. Ger ku hatibe destpêkirin dê biqede jî. Divê hemû kesên xwedî aqil û raman piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Hemû kesên li dijî axaftin û diyalogê pêşniyarên wan ên wekî din hene gelo? Me di Oslo de dît. Siyaset li ser hevî û bendewariyê pêş nakeve. Ger ku mase rabe diyalog jî radibe. Em naxwazin ev diyalog bi dawî bibe. Ji bo ku diyalog pêş bikevin çi ji destê me bê em dê bikin."
Demîrtaş, destnîşan kir ku manîfestoya "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" a ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza Amedê de hat weşandin, ji bo bibe çareseriya Rojhilata Navîne û wiha got: "Birêz Ocalan di Newrozê de ji bo çareseriya Rojhilata Navîn ev manîfesto weşand. Di mutabakatek hevpar de ev hat amade kirin. Divê gelê Kurd û Tirk vê yekê zanibe."
'EM HATIN PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ'
Demîrtaş, da zanîn ku di civîna dawî ya bi Rêberê gelê Kurd Ocalan re, Ocalan gotibû ku ew di pêvajoya ku kesî winda nekiriye dene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî hêsan em gihiştin pêvajoya muzakereyan. Hevdîtina ku hikûmet bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tîne giring e."
Demîrtaş, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan dibêje îro dayik nagirin, lê behsa keda Ocalan nake. Ma ji bilî Erdogan qet ked û para birêz Ocalan PKK û BDP'ê tuneye? Divê ev bê rastkirin û famkirin. Dewlet, rol û misyona ku gelê Kurd û PKK li ser Ocalan bar kiriye baş dizane. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî dewlet sekin û usluba xwe ya li hemberi birêz Ocalan baş bike. Birêz Ocalan di nava van şert û mercan de dê çawa karibe muzakereyan pêş bixe. Birêz Ocalan bi xwe jî dibêje ez nikarin di hawiza bê av de avjeniyê bikim. Bila kes ji Birêz Abdullah Ocalan nexwaze ku di hawiza vala de avjeniyê bike. Divê şert û mercên Ocalan bên başkirin.
cıvîn bı axaftınan berdewam dıke.