Demîrtaş bersiv da Erdogan: Ez paşve gav navêjim

Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bersiva peyama Serokkomarê Tirk R.T Erdogan a ‘darvekirinê’ da. Demîrtaş got; “Ger Erdogan were hilbijartin dibêje ez ê te darve bikim. Ez gavekê jî paşve naavêjim.”

Serokê Giştî yê AKP’ê û Namzetê Serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan bi gotina ‘Ger parlamentoyê bianiya rojevê, min ê erê bikira’ peyama ‘darvekirinê’ da. Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş yê li Girtîgeha Edîrne girtî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da Erdogan.

Demîrtaş wiha got; “Ger Erdogan were hilbijartin dibêje ez ê te darve bikim. Di Tirkiyeya 2018’an de temaşeyî vaada namzetê serokkomariyê bikin. Ez rûhê xwe ji bo gelê xwe hezar caran feda dikim. Ez tenê gavekê jî paşve navêjim.”