Demîrtaş bersiv da Erdogan

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya Twitterê bersiv da Erdogan ku li ber namzetiya wî ya Serokkomariyê rabû.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dîl tê girtin, bersiv da Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ku li ber namzetiya Demîrtaş rabû û got, "Divê şert û mercên wî li namzetiya Serokkomariyê bê. Pêwîste ev şaşitî were sererastkirin."

Demîrtaş bi rêya Twitterê ev bersiv da: "Binere, vê carê ez tevlî te dibim Erdogan. Sermeselê, ji bo tu bibe namzetê Serokkomariyê divê teqez dîplomaya te ya zanîngehê hebe. Lê belê heta niha kesî dîplomaya te nedîtiye. Krîterên min li namzetiyê tên, lê yên te bi guman e."