Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan ên li ser Kobanê

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan ên li ser bûyerên 6-8'ê Cotmehê.

Demîrtaş ji Erdogan re got, "Eger tu fermana min a ji bo kuştina 53 kesî parve bike, soz ez ê xwe ji namzetiya Serokkomariyê vekişînim."

Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe, di hesabê xwe yê Twitterê de bi sernavê "Derewên Erdogan ên li ser Kobanê" îro peyam weşand. Peyamên Demîrtaş wiha ne:

1- Ji kerema xwe bi baldarî bixwînin û bibînin bê li hemberî me zîhniyeteke çawa heye.

2- Dema destpêkirina provokasyon û şîdeta di xwepêşandanên Kobanê de, 5-6'ê Cotmehê nîne. Dema destpêkirina wan, 7'ê Cotmehê û piştî wê ye ku Erdogan wê rojê got, 'Kobanê li ber ketinê ye'. Piştî vê daxuyaniyê mirovan jiyana xwe ji dest dan.

3- Der barê min û rêveberiya HDP'ê de ji ber bûyerên Kobanê dozeke bi tenê jî nehatiye vekirin.

4- Hejmara mirovên di bûyerên Kobanê de hatine kuştin 53 nîne, hejmar 43 ye. 6 jê ji HUDAPAR'ê ye, 2 wezîfedarên ewlekariyê ne ku bi sûîqestê htin kuştin, 2 jê penaberên ji Sûriyeyê ne, 33 jê hDP'yî ne. Ji bilî 6 endamên HUDAPAR'ê, li ser kuştina mirovên din doz û lêpirsîneke xurt nehatiye vekirin.

5- Bûyerên Kobanê, berevajî îdîayên Erdogan piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an neqewimîne. 8 mehan berî hilbijartinê, yanî 7'ê Cotmeha 2014'an qewimîne.

5- Piştî bûyerên Kobanê 5 mehên din jî di navbera me û Erdogan-AKP'ê de ji bo pêvajoya çareseriyê hevdîtinan dewam kirin. Yanî Erdogan ku îro me weke 'terorîst' nîşan dide, 5 mehan piştî bûyeran jî bi me re hevdîtin kir.

7- Ji bo provokator û hêzên ku rê li ber bûyerên Kobanê vekirine eşkere bibin, me 12 caran pêşnûmeya pirs û lêkolînê dan Meclîsê, lê ji aliyê AKP'yiyan ve hatin redkirin.

8- Yasîn Boru û kesên din ên hatine kuştin ne xema Erdogan in. Erdogan wan weke amûreke îstîsmarê bi kar anî û ji ber vê yekê di her dema hilbijartinê de xist rojevê.

9- Mîna Yasîn Boru, li Dîlokê û li Îzmîrê welatiyên me yên bi navê Ekrem Karaçoglû, Mûsa Bayram li pêş kamerayan bi lînçê hatin kuştin. Lê kiryar nehatin dîtin. Erdogan navê van kesan jî nizane. Jİ ber ku ev mirov HDP'yî ne.

10- Ya ku Erdogan pê diêşe, kuştina welatiyên me bi rengekî hovane nîne. Ya ku Erdogan gelekî pê diêşe, têkoşîna DAÎŞ'ê li Kobanê ye.

11- Efkan Ala bi xwe eşkere kir ku di bûyerên Kobanê de hin waliyan û wezîfedarên ewlekariyê guh nedane fermanên hikumetê. Ji xwe ew kes piştî 15'ê Tîrmehê bi darbekariyê hatin girtin. Lê belê der barê wan de ji ber bûyerên Kobanê lêpirsîn nehate vekirin.

12- Mîna Komkujiya Roboskî, mîna kuştina Berkîn, Ceylan û Ûgûr, berpirsyarê siyasî yê bûyerên Kobanê Erdogan bi xwe ye. Ji bo vê berpirsyariya xwe binixumîne, bi rengekî namerdî derewan dike, îftirayan dike û min sûcdar nîşan dide.

13- 'Lêxin wilan lêdin. Ez bi hêsanî namirim. Li tifikê xweliya min, li ser zimanê min jî  gotinên min hene. Ji yên ku fêhm bikin re..'

14- Eger ji te tê, ya tu bê girtîgehê em li ser vê nîqaş bikin, ya jî ez derkevim û li meydanan bersivê bidim te. Lê bersiva herî zelal ji xwe di 24'e Hezîranê de wê gel bide te.

15- Birêz Mûharrem Înce piştî ku li girtîgehê hat serdana min, çû serdan Erdogan jî. Ne di hevdîtina Înce-Erdogan de, ne jî du hefte piştî vê hevdîtinê Erdogan min û Birêz Înce sûcdar nekiribû.

16- Piştî ku anketên destpêkê gihîştin ber destê Erdogan, dest bi sûcdarkirina min kir. Yanî xema Erdogan dîsa ne ji bo Yasî Boru ye, ji ber encamên anketê ye.

17- Ey Erdogan! Ez firsenda herî mezin a dîroka siyasî didim te. Eger tu li binê vê tweeta min, 'qaşo fermana min a ji bo kuştina 53 kesî' ku îdîa dike Selahattîn Demîrtaş daye binivîsîne, soz didim te ez ê xwe ji bo xatirê te ji namzetiya Serokkomariyê vekişînim.

18- Çar sal in dozgerên te dikin nakin qaşo vê fermana min nabînin. Belkî tu bibîne. Eger tu heta 24'ê Hezîranê nebîne, ji xwe wê çaxê wê gel belgeya terikandina te bide destê te. Tu yê wê belgeyê êdî li şûna dîplomayê bi kar bîne.