Demîroglu: Girtina min veguhertin ‘Cezayê mirinê’
Demîroglu: Girtina min veguhertin ‘Cezayê mirinê’
Demîroglu: Girtina min veguhertin ‘Cezayê mirinê’
Ahmet Demîroglu yê di akademiya BDP’ê de ders dida û di 22’ê îlona 2011’an de hat girtin, di girtîgehê de bi nexweşiya pençeşêrê ket û ji ber teshîsa wî ya zû hat astengkirin, li derve hîn kir ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Lê heta hîn kir gelek dereng mabû. Demîroglu wiha got: “Ez bê hiqûqê hatim girtim. Her wiha bi nexwşiyeke ku êdî vegera wê tuneye ketim. Ev ceza j îli min vegeriya cezaya mirinê.
Demîrgolu da zanîn ku di salên 1980’ê de li îşkencexaneyan û girtîgehan, di salên 90’î de di kuştinên kiryarnediyar de û di salên 2000’î de jî bi avakirina gelek girtîgehan polîtîkaya mirinê xistin dewrê.
Demîroglu wiha pê de çû: “Piştî ez nexweş ketim rewşa êşa min zêde bû. Revîra girtîgehê merhem dan min. Lê êşa min zêde bû. Li ser vê ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Li vir li branşên tu eleqeya wan tune hinek tehlil hatin kirin. Piştre şandim girtîgehê.
Di 19’ê Adarê de çû nexweşxaneyê. Li vir bi teşhîsa Ultrasonê hat tespîtkirin ku nexweşiya pençeşêra pişikê ye. Ger ez ne girtîbama dê min zû teşhîs bikira.”
BÊ HIQÛQÎ HATIM GIRTIN
Min li Akademiya BDP’ê ders dida. Ev akademî j îli ser qanûn û rêznameyan hatibû avakirin. Lê faliyetên wê hatin krîmînalîzekirin û kirin delîlên faliyetên rêxistina derveyê kanûnê. Ez di 22’ê îlonê de hatim bnçavirin û şandim girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kiriklarê.
TEŞHÎS HAT ASTEGKIRIN
Demîroglu diyar kir ku 18 mehan girtî maye û got: “Piştî ez nexweş ketim rewşa êşa min zêde bû. Revîra girtîgehê merhem dan min. Lê êşa min zêde bû. Li ser vê ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Li vir li branşên tu eleqeya wan tune hinek tehlil hatin kirin. Piştre şandim girtîgehê. Herî dawî sewqî navendekê kirim û dîsa krem û êş bir dan min. Teshîsa nexweşiyê hat astengkirin.
BIRYARA MIRINA MIN DAN
Demîroglu anî ziman ku bi teşhîsa ultrasoneke biçûk re tumor hat teşhîskirin û got ger ew ne girtîbana dê zûtir teshîsa nexweşiyê bikira. Demîroglu da zanîn ku bê girtina neheq û bê hiqûq cezayê mirinê li wî hatiye birîn.