Demîrel: Hikûmet tehemulî navê ‘xweseriyê’ jî nake
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel di hevdîtinên bernameya hikûmeta 64’emîn de mafê axaftinê wergirt, daxwaza xweserî, xwerêveberiyê anî ziman.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel di hevdîtinên bernameya hikûmeta 64’emîn de mafê axaftinê wergirt, daxwaza xweserî, xwerêveberiyê anî ziman.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel di hevdîtinên bernameya hikûmeta 64’emîn de mafê axaftinê wergirt, daxwaza xweserî, xwerêveberiyê anî ziman. Demîrel destnîşan kir ku hikûmet tehamulî navê “xweseriyê” ya di Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecîhî ya Ewropa jî nake.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel li ser bernameya hikûmeta 64’emîn mafê axaftinê wergirt, got hikûmet xwe bi zorê li ser îradeya gel ferz dike. Demîrel girtina Can Dundar û Erdem Gul rexne kir, wiha got: “Di atmosferek wiha de ji me re çîrokan nebêjin. We berê jî siyasetmedarên Kurd girtin. We got, ‘Ma em li şûna girtinê bikujin?’ Wek îro anîn serê Tahîr Elçî.” Demîrel bi bîr xist ku îro hê jî siyasetmedarên Kurd tên girtin, komkujî pêk tên.
Demîrel daxwaza xweseriyê anî ziman û wiha got: “Ev, hikûmeta navendî red nake, xurttir dike. Girtina biryara Velîbag e, li zozanên Dayika Hava çênekirina rêyan e. Îptalnekirina grevan e. Biryargirtina gelan bi xwe ye.” Demîral destnîşan kir ku di bernameya hikûmetê de têkîldarî vê mijarê de ti pêşketin çênebûye, berevajî gel tê hedefgirtin, malên wan li ser serên wan tê xerakirin. Demîrel ragihand ku dema hikûmet dibêje em ê rêveberiyên xwecîhî xurttir bikin jî ji xala Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropa axaftina Xweseriyê derxistiye û ev jî helwesta AKP’ê ya bê cîdiyet û tirsonek nîşan dide.
Demîrel da xuyakirin ku di bernameya hikûmetê de pirsgirêka jinê di mijara “bernameyên sosyal” de tê bidestgirtin û bi nêzîkatiyek nêrza gotina “jinên me” tê bikaranîn. Demîrel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê ferasetê hikûmet nikare nêzîkatiyek wekhev pêk bîne.”
Demîrel di perwerdeyê de bal kişand ser daxwaza zimanê zikmakî, erkdarnekirina mamostayên Kurdî jî wek cudakirinek cîdî nirxand. Demîrel diyar kir ku di perwerdeyê de tê atifên têkîldarî cudakirinê, nijadpereziyê û cînsiyetparêziyê tineye, wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê asîmîlasyon didome. Li gelek welatan di zimanê zikmakî de perwerde tên dayîn. Li Tirkiyeyê hê jî di zimanê zikmakî de perwerde qedexe ye. Xalên der barê zimanê zikmakî nehatine îmzekirin. Dersa vebijêrkî hewldanên xapandina gel e.”