Demîrcî yê ku di vegera festîvalê de qeza kirî çû ser dilovaniya xwe

Welatparêzê Kurd Abdul Haluk Demîrcî ku di vegera Festîvala Çandê ya Kurd de qeza kirî çû ser dilovaniya xwe.

Welatparêzê Kurd Abdul Haluk Demîrcî ku bi du zarok û biraziyê xwe bi wesayita xwe ji Festîvala Çanda Kurd a 25’an a li Kolna Elmanya vedigeriya, li bajarê Charleroî yê Belçîkayê qeza kir û çû ser dilovaniya xwe. Demîrcî li Nexweşxaneya Charleroî Hospîtal Marîe Cuîre tedawî dibû, duh seat 15.00’an çû ser dilovaniya xwe, du kur û biraziyê wî hê jî tedawî dibin.

CDFK: DI RÊYA ÇALAKIYA PÎROZ DE ME JI DEST DA

Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDFK) daxuyaniyeke sersaxiyê da û got: ‘’Em diyar dikin ku em dilsozê bîranîa welatêparêz me ne ku di rêya vê çalakiya pîroz de jiyana xwe ji dest daye. Bila rehma Xwedê lê be û em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em sebrê ji malbata bi kul re dixwazin. Em bi hemû saziyên xwe diyar dikin ku em bi şehîdê xwe yê festîvalê re ne. Careke dî serê gelê me sax be.’’