Demîr: Qeyûm polîtîkayeke mêtingeriyê ye
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku erka wî hatiye desteserkirin, anî ziman ku tayînkirina qeyûman ku polîtîkayeke mêtingeriyê ye, ji bo tunekirina destketiyên neteweya Kurd e.
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku erka wî hatiye desteserkirin, anî ziman ku tayînkirina qeyûman ku polîtîkayeke mêtingeriyê ye, ji bo tunekirina destketiyên neteweya Kurd e.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re partiyên siyasî jî dest bi karên ji bo hilbijartinê kirin. Hilbijartinên xwecihî ji bo bajarên Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê du serdem in sîstema qeyûm a ku mînakeke polîtîkaya şer e, veguherandiye polîtîkaya dewletê. Bi tayînkirina qeyûman dest danî ser îradeya gel. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Kurdistanê siyaseta 100 salî li dijî Kurdan dimeşîne. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr li ser kiryarên rejîma qeyûm ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo xerabiya ku qeyûman li Kurdistanê kirin bê fêhmkirin, divê em zanibin bê çima sîstema qeyûm tê ferzkirin. Tayînkirina qeyûman sîstemeke welê nîne ku li ser şexsan tê kirin, qeyûm sîstemeke welê ye ku li ser paradîgmayê, nasname, çandê tê tayînkirin û çavkaniyên divê dewlet bide Kurdistanê bixe xizmeta saziyên din ên dewletê. Her wiha sîstemeke welê ye ku desthilatdariya AKP-MHP dixwaze hêz û piştevanên xwe li Kurdistanê bi cih bike, wan li şaredariyên Kurdan bixin nava kar. Ji bo ev sîstem bê meşandin, weke qadên ku ji aliyê qanûnî ve hatine azadkirin, têne dîtin."
Demîr destnîşan kir ku sîstema qeyûm li dijî gelê Kurd polîtîkayeke mêtingeriyê ye û bi dewamî got, "Sîstema antî demokratîk û faşîst tevî ku li herêmekê bê bicihanîn jî tê dîtin ku bi demê re ji rêzê tê dîtin û li her derê belav dibe. Mîna ku em niha dibînin êdî dadgehên jêrîn, Dadgeha Bilind guh nadin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn. Di çarçoveya vê bêhiqûqiyê de sîstema qeyûm weke afirandina qadên dûrî hiqûqê têne dîtin. Em vê yekê di îhaleyên rantê de jî dibînin. Şaredariya Baglarê tevî ku ji aliyê walî yan jî qeymeqamekî nayê birêvebirin jî qeyûmê lê ji wan hîn xerabtir tevdigere."
Demîr ragihand ku desthilatdarî zane ku vê sîstema bêqanûniyê heta bi hetayê nikare dewam bike û got, "Ji ber vê yekê şaredariyan dixe nava çirava ji deynan û dixwaze welê bike ku Kurd bi îradeya xwe şaredariyan qezenç bikin jî şaredarî nikaribin kar bikin."
Demîr anî ziman ku gelê Kurd li dijî siyaseta neteweya Tirk a homojen têkoşîna xwe dewam dike û got, "Destketiyên ku 20 salên dawî di çarçoveya hişmendiya neteweyî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatin afirandin bi giranî li ser şaredariyan bi cih hatin anîn. Li Kurdistanê bi qezençkirina şaredariyan re Kurd ketin pêvajoyeke netewebûnê ku ji aliyê rêveberiyê ve hîn bêhtir ji xwe bawer dikin. Neteweyeke ku tunebûn li ser dihate ferzkirin ji nû ve li ser koka xwe şîn bû. Dewleta Tirk ji bo ev yek pêk neyê li ser kodên berê 'Plana Şark Islahat' jinûve bi polîtîkaya qeyûm xiste dewrê. Polîtîkayên qeyûm rojane nîne, parçeyek ji polîtîkayên destketiyên Kurdan e ku ji bo neteweya Kurd ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li çar parçeyan destketiyan bi dest nexe û yên bi dest xistine jî bêne tunekirin, tê meşandin."