Demîr: Divê her kes xwedî li berxwedana zindanan derkeve
ADHK, ku destekê dide çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, bang li her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' kir, ku piştgiriyê bidin berxwedana zindanan a ketiye roja 63'an.
ADHK, ku destekê dide çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, bang li her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' kir, ku piştgiriyê bidin berxwedana zindanan a ketiye roja 63'an.
Ji bo destekkirina greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê (ADHK) bi 4 endamên xwe di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ye. Ji endamên ADHK ên çalakger Yûsûf Demîr ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, divê li her cihî piştgirî ji berxwedana zindanan re were dayîn.
'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'
Demîr got, "Weke ADHK, ji bo xwedî li greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ev 63 roj in tê meşandin derkevin û ji bo nîşan bidin ku daxwazên girtiyan daxwazên me ne, li ber avahiyên Konseya Ewropayê û CPT em destekê didin grevên birçîbûnê." Demîr anî ziman, ew ê bi rengekî doveger lê bê dem, heta dawiyê çalakiya xwe ya piştgirîdayînê bidomînin.
'LI DIJÎ DÎKTATORIYA FAŞÎST EM BI GELÊ KURD RE NE'
Demîr destnîşan kir, daxwazên berxwedêrên zindanan daxwazên mafdar û rewa ne û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li van mafên mafdar derkevin. Li dijî zexta dîktatoriya faşîst a li ser girtiyan û li dijî komkujiya li Kurdistanê weke ADHK ew bi gelê xwe re ne."
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Demîr bang li raya giştî kir, ku piştgiriyê bide berxwedana li zindanan û got, "Em li pêşberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Dibe ku dîktatoriya faşîst di her kêliyê de êrîşî bexwedêrên li zindanan bike. Dibe ku bi zorê wan rake nexweşxaneyan û li derveyî vîna wan mudaxile bikin. Ji ber van hemûyan, wezîfeya her kesê ji xwe re dibêje, 'ez mirov im, şoreşger im, sosyalîst im, demokrat im û parêzvanên mafên mirovan' e ku xwedî li berxwedana derkevin.